
Ji endamên asayîşê Serhildan Qîranî, ku dewrya xwe ya perwerdeyê qedand, anî ziman ku yekemcar e rêxistinek ji bo Êzidiyan têdikoşe.
Qîranî diyar kir, heta roja îro gelek rêxistinên digotin ew ê Êzîdiyan bi rêxistin bikin, bi tenê zilm û zordarî li Êzidiyan kirin û got, "Ji niha û pê ve wê kes nikaribe li gorî dilê xwe gelê me bi kar bîne. Em ê bi serbilindî, berxwedêrî û weke gelekî azad bijîn. Ji niha û pê ve em ê serî li ber ti serdest û nokeran netewînin. Lazim ê civaka me ya li derveyî Şengalê êdî li cih û warên xwe vegere. Em soz didin gelê xwe: Weke YBŞ-YJŞ û Asayîşê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe wan biparêzin. Em ê nehêlin ev lîstik dubare bibin."
'Em êdî xwedî hêz û derfet in‘
Qîranî da zanîn, ku perwerdeyê de ew li ser dîroka xwe sekinîne, dersên rast jê derxistine û destnîşan kir, ku ji bo serketinê êdî hemû derfet û hêza wan hene: "Perwerdeya me bi du beşan hat meşandin. Perwerdeya leşkerî û bîrdozî. Perwerdeya bîrdozî gelekî kêrhatî bû. Sedemên fermanê, şaşitiyên me yên dîrokî, dost û dijminên me bi rengekî zelal hatin tespîtkirin û fêhmkirin. Me ji lîstikên di dîroka Kurdistanê de li ser gelê me hatin lîstin, dersên rast derxistin. Di perwerdeya leşkerî de jî em xwe bi pêş ve xistin. "
'Serweriya PDK’ê nayê qebûl kirin‘
Endamê Asayîşê Serhildan Qîranî bang ji ciwanan re got, "Bi rengekî bêkar û vala digerin. Hin jê di nava partiyên xiyanet li wan kirine dixebitin. Lazim e xwe ji vê şaşitiyê rizgar bikin. Divê vê zilma li wan tê kirin qebûl nekin. Wê heta kengî bi vî rengî vala bijîn. Lazim e ew jî rastiyê bibînin, hişyar bibin û tevlî têkoşîna bi rûmet bibin. Pêwîste di bin ala Asayîşê, YBŞ-YJŞ, ala Êzîdîtiye de têbikoşin. Divê serweriya PDK'ê qebûl nekin." Qîranî destnîşan kir ku roj roja xwedîderketina li Êzîdxanê ye.
Girzerik: Kê em firotin, kê berdel da
Ji endamên Asayîşê Kendal Girzerik jî got, "Girîng e em êdî li ber vê zilm û zordariyê rabin. Heta kengî em ê li benda xelkê bin ku me biparêzin. Em bi salan hatin xapandin, haya me ji tiştekî tinebû, hêza me nebû ku em xwe biparêzin. Lewma ferman li me rabûn. Bila êdî her kes bibîne, bê kê em firot û kê ji bo me berdêl da. Lazim e hemû jin û ciwan û gelê me, ji bo rizgarkirina Şengalê têbikoşin û jiyana azad ava bikin."
‘Em çarenûsa xwe teslîm nekin’
Endamê Asayîşê Zinar Qendîl jî anî ziman, ku ji bo li ber fermanan rabe ew tevlî asayîşê bûye û got, "Ji ber ku hêzeke din a nirxên Êzîdiyan û Êzîdxanê biparêze nîne." Qendîl got, di perwerdeyê de wî derfet dîtiye xwe, nasname, bawerî û dîroka xwe baştir nass bike û diyar kir, pêwîstiya her kesî bi perwerdeyeke bi vî rengî heye. Qendîl da xuyakirin, ji bo çarenûsa civaka Êzidî neyê teslîmkirin banga têkoşînê kir û ji ciwanan xwest, tevlî nava refên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê bibin.
ROJWAR KARAKOÇAN / ANF / ŞENGAL