Piştî ciwanên ji Daquq, Kerkûk, Xurmatû û Kîfrî yên Başûrê Kurdistanê Kurdistanê, ciwanên ji Kelarê jî destek dan YPS’ê ya li Bakurê Kurdistanê bi mehan e li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heybetî li ber xwe dide.

Ciwanên bi navê “Ciwanên fedayê azadiya gel”, li navçeya Kelar a herêma Germiyanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, “Li dijî dagirkeriya Tirk, me biryar dan di nava berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî ya li bajarên Kurdan cih bigirin.”


‘Tevlî berxwedana xwerêvberiyê bibin’

Ciwanan dan zanîn, li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin û hat gotin, “Di destpêkê de, em ji Başûrê Kurdistanê, berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî ya li dijî dagirkeriya Tirk tê meşandin silav dikin. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ji bo me berxwedaneke dîrokî ye. Ji ber ku ev berxwedan garantiya azadiya gelê Kurd e. Li dijî dagirkeriya Tirk me biryar dan di nava berxwedana xwerêveberiyê de cihê xwe bigirin û li ber xwe bidin.”


‘Wehşeta dewleta Tirk bê bersiv namîne’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, êdî ti hêz wê nikaribe gelê Kurd parçe bike û bi rê ve bibe û hat gotin, “Bila dijminên Kurdan vê baş zanibin; Kurd gihaştine asta hest û hişmendiya neteweyî. Êdî ti kes nikare me parçe bike û bi rê ve bibe. Em ê ti carî destûra vê nedin. Çawa ku me bi hev re Başûrê Kurdistanê azad kirin, çawa ku me Rojavayê Kurdistanê azad kirin, em ê bi hev re Bakurê Kurdistanê jî azad bikin. Wehşeta çeteyên AIŞ’ê li Bakurê Kurdistanê li gelê me dike, wê ti carî bêbersiv nemîne.”

 

‘Şikandina faşîzmê bi berxwedanê dibe’

Ciwanên Kelarî di dawiya daxuyniya xwe de ragihandin, êrîş û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi tevlîbûna li nava refên berxwedanê û mezinkirina berxwedanê re dikarin bên şikandin û gotin, “Weke ciwanên ji Kelarê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, em tevlî biryara ciwanên welatparêz ên tevlîbûna li nava refên YPS’ê û mezinkirina berxwedanê deklere kirine û destekê didin vê biryarê. Azadiya Kurdistanê bi azadiya Bakurê Kurdistanê re dibe. Di vê çarçoveyê de em tevahiya gelê Kurd ê bi şeref ê li ber xwe dide, silav dikin.”


‘Serkeftin wê bibe ya gelê Kurd’

Piştî daxuyaniyê ji ciwanan Şerko Kelarî, Amanj Hewre û Serdar Germiyanî ji ANF’ê re axivîn.

Şerko Kelarî: “Berdêla xwe çi dibe bila bibe di nava refên YPS’ê de em ê gelê xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin. Em bang li tevahiya ciwan û aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin, ku li dijî van pêkanînên wehşî yên dewleta Tirk û AKP’ê derkevin. Ya bi ser bikeve wê gelê Kurdê bi şeref be.“

Serdar Germiyanî: “Weke ciwanên Kelarî me biryar dan tevlî nava şoreşa Bakurê Kurdistanê bibin. Girîng e hemû ciwanên Kurd xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin. Şoreşa Bakurê Kurdistanê şoreşa çar parçeyên Kurdistanê ye.

Amnaj Hewre: “ Em gelek in û yek dil in. Ji bo pêkanîna şoreşa li Bakurê Kurdistanê em amade ne wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Di vê mijarê de em bi ti awayî dudil nînin. 


 ANF/KELAR