
Navenda Çapmenî û Ragihanadina YPG’ê nasnameya şervanek xwe yê ku eslê wî ji Elmane yê bi navê Kevin Jochim (Dilsoz Bahar) ku di şerê bajarokê Silûk yê girêdayî Girê Spî eşkere kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Rixmê hemû hewldanên dijber jî di rewşa mînakbûna xwe ya biratiya gelan de berdewam dike. Ciwanên ji welatên cûda ye cihanê tên, li Rojava digîhin hev û mil bi mil di eniya parastina jiyana azad de cihê xwe digrin. Bi xwîna û xwêdana xwe erdê pîroz av didin.
Yek ji wan hevalên heja jî rêhevalê me ya Dilsoz Bihar (Kevin Jochim) a eslê xwe Elman bû. Heval Dilsoz 2’ê Mijdarê 1993 bajara Kalsruhe Elmenya, di nava malbatekî hejar de çavê xwe ji cihanê re vekiriye. Di sala 2012 tevlî refên tevgere azadiye dibe. Di qad û xebatên cûda de cihê xwe digre û herî dawî zivistana sala 2015’an de berê xwe dide Rojava.“
Bi lehengî şer kir
Di daxuyaniyê de têkildarî kesayeta Kevin Jochim (Dilsoz Bahar) de wiha hate gotin: „Rêheval Dilsoz bi her awayî xwe kûr û zana kiribû. Di şer, jiyan û hevaltî de her li pêş bû. Di heman demê de wekî mirovekî sosyalîst êşa gelan ji kûr de dibîhist. Ew baş dizanî, heta mirovekî jî li ser rûye erdê ne azad be, wateya azadiya şexs tûneye. Ji ber vê bi hemû hêza xwe li dijî dijminên mirovahiye şer kirin ji xwe re kir armanc.
Li hemberî çeteyên hov, terorîstên DAIŞ’ê di qada şer de bi lehengî şer kir. Di nav hemleya Fermandar Rubar Qamişlo de rizgarkirina gund û bejahiyên ji destê DAIŞ’ê de rolên girîng lîst. Lê mixabin, 6’ê Tîrmehê 2015’an de rêhevalê me Dilsoz, di pevçunên gundê Şergirat a giredayî bajaroka Silûk de gihişt şehadete.“
Di daxuyaniyê de ji bo malbata Kevin Jochim, gelê Alman û gelê Kurd sersaxî hat xwestin û soza gihandina serkeftinê ya têkoşîna wî bi van hevokan hat dayin: „Xemginiya me ya li ser şehadeta heval Dilsoz gellek dijwar e. Me mîlîtanekî çar bi çar winda kir. Lewma em li ser rêheval Dilsoz çi bejin jî wê têre neke. Lê em dikarin soz bidin ku armanc û xewnên heval Dilsoz bişopînin. Heta serkeftinê li dijî tarîtiya ku li ser gelên me tên spartin tûne bikin çi ji dest me were em bikin.
Li ser vê esasî em di serî de ji malbata şehîd Dilsoz, ji malbata Jochim û piştre hemû gelên me yên Kurd û Elman re sersaxiyê dixwazin. Em dubare dibejin ku heta serkeftine mayinde neye bi dest xistin, wê tekoşîna me ya li dijî terorîstên DAIŞ’ê berdewam bike. Heta ciwanên dil pak û dil soz li ser vê xakê hebin û li pey şehîdên xwe de bimeşin, wê serkeftin her a me be.“ darî çalakiyan bibin.“
Navê tevgerî: Kevin Jochim (Dilsoz Bahar)
Cihê ji dayikbûnê: Karlsruhe- Almanya
Şehadet: 6.7.2015 -Silûk