Yek ji înternasyonalîstên Fransî ku di nava refên YPG´ê de şerê çeteyên DAIŞ´ê dike Jacques (ne navê wî yê bi rastî ye) dibêje ew ne ji bo ku li dijî DAIŞ´ê şer bike lê ji bo ku şoreşa Rojava biparêze tevlî nav refên YPG´ê bûye.

Rojnamevanê Vice´ê Thomas Laurent li Rojava bi Jacques hevpeyvînek kir û ji bo cara yekê ye ku bi awayekî evqasî berfireh behsa sedemên şoreşger ê înternasyonalîstekî di mediyayê de cihê xwe digire.

Jacques ê ku di nava YPG´ê de navê şervan Sîrat bi kar tîne, komunîstekî fransî yê di salên xwe yê 20´an de ye û par havînî tevlî nav refên YPG´ê bû da ku şoreşa Rojava biparêze.


‘Ez înternasyonalîst im’

Di hevpeyvînê de Heval Sîrat dibêje, "ez ji bo tevlî şoreşa Rojava bbim hatim Rojava û ez ji berê de milîtanekî şoreşger ê înternasyonalîst im." Heval Sîrat îşaret pê dike ku li Rojava civakeke werekî ava dike li gorî îdeolojiya azadîxwaz a sosyalîst û weke mînak jî behsa komunan dike ku Kurd li her devera azad dikin tevî meclîsên gel û jinan bi cih dikin.

Li ser kesên gelekî di medyayê de derdikevin pêş ên ji welatên rojavayî di nava YPG´ê de, heval Sîrat dibêeje, ew bi tenê hindikahiyek in, pirraniya kesên tevlî YPG´ê dibin înternasyonalîst in û weha dewam dike: "Di yekîneya min de 4 Elman, Îtalyanek û Emerîkiyek hene û hemû jî rêhevalên bi rastî ne." 


‘Bila werin şoreşeke gel bibînin’

Heval Sîrat rexneyan li çepgir û şoreşgerên bajarî ên fransî jî digire û dibêje, ew "şoreşgerên palkursiyan" in, ew ji angajmanên bi rastî ditirsin "yan ji ber riyakariyê yan jî ji ber angajmanê" û weha bang li wan dike: "Heke dixwazin bibînin ka serhildaneke gel dişibe çi, bila werin vir û li cihê cih bi çavên xwe bibînin".


‘Îdîayên Efûya Navneteweyî kelevajî ne’

Li ser îdîayên Rêxistina Efûya Naveneteweyî ya texrîbkirina gundan jî Heval Sîrat dibêje, "Ev kelevajî ye. Ew bi tenê du hefteyan li vir bûn. … YPG xwedî helwêsteke gelekî insanî ya şer e. Armanca wan ew e ku xelkê ji zordestiya DAIŞ rizgar bikin."

Dema van gotinan jî dike Heval Sîrat bi bîr dixe ku YPG yekane hêz e ku alternatîveke şoreşgerî û insanî ya siyasî pêşniyaz dikin. 

Li ser rizgarkirina Hol jî Heval Sîrat dibêje, "DAIŞ´ê gelekî dinepixînin, ew milîtanên wê ku qaşo biryardar bûn ji ber me weke cirdan reviyan û me Hol û dawîrdora wê rizgar kir.


‘Ti poşmaniyên min nînin’

Ji bo vegra xwe ya Franseyê jî Heval Sîrat nexwest zêde bipeyive, ew dibîje, ew nizane ka bi saxî wê vegera wî mumkin be, lê helbet gelek tişt hene ku bêriya wan dike. Hevpeyvîn wiha bi dawî dibe: "Ti poşmaniyên min nînin, Ez tam li wî cihî me ku diviyabû ez lê bim. Heke karibim demeke dirêjtir li vir bimînim ez ê bimînim. Ez îro ji bo yekane doza ku hêjaye mirov ji bo wêşer bike, şer dikim."


 NAVENDA NÛÇEYAN