36 şervanên din piştî dewreya perwerdê bi dawî kirin, tevlî nava refên YPG`ê bûn.

Dewreya Şehîd Sîpan Hesekê ya Akademiya Şehîd Xebat ku mehekê dewam kir, şervanan dersên eskerî û birdozî dîtin. Doh dewreya perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de Fermandarên YPG/YPJ´ê, malbata şehîd Sîpan û bi dehan şêniyên Hesekê amade bûn.

Di destpêkê de şervanan merasîmeke eskerî li dar xist. Paşê ji Fermandarên YPG`ê Elî Cesûr axivî û bidawîbûna  dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û got, wan rêya berxwedanê hilbijartiye. Cesûr di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta bi avakirina Sûriyeke federal û demokratîk da.

Paşê şervanan sonda eskerî xwar û tevlî nava refên YPG`ê bûn. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû. Sîpan Hesekê di berxweda sedsalê ya Kobanê di 24`ê cotmeha 2014`an de şehîd bûbû. 


 HESEKÊ