Dozger di îdianameyê de xwepêşendanên li bajarê Dîlokê yên 2010 û 2011'an de ji aliyê BDP'ê ve hatine lidarxistin wekî suc qebûl kir û îdia kir ku BDP'iyan li ser fermana meclisa KCK'ê ya Tirkiyeyê û PKK'ê xwepêşendan pêk anîne. Di îdianameyê de hemû xwepêşendan wekî propagandaya rêxistinê hat binavkirin. Di îdianameyê de tevlîbûna merasimên cenazeyên gêrîlayên HPG'ê, nimêjên înê yên sivîl, vekirina buroyên hilbijartinan û di van buroyan de şahî lidarxistin, daxuyaniyên çapemeniyê, şahî û mitîngên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û pîrozbahiyê Newrozê yên BDP'ê lidar xistine wekî propagandaya rêxistinê hat nîşandan. Dîsa bi riya telefonê tevlîbûna bernameyên Roj TV'yê yên rêvebirên BDP'a bajar û navçeyan jî di çarçoveya propagandaya rêxistinê de hat nirxandin û wekî suc hat dîtin. Şahiyên ku ji bo namzetê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Dîlokê Akin Bîrdal ên li bajar û navçeyan jî wekî suc hat dîtin. Di îdianameyê de şahiya BDP'ê ya 28'ê nîsana 2011'an li taxa Gezîkenta navçeya Şehîtkamil a saet di 18:00'an de hatî lidarxistin jî wekî, ‘propagandaya rêxistinê’ hat binavkirin. Dîsa hemû xebatên BDP'ê yên birêxistinkirin û xebatên hilbijartinê wekî, ‘propagandaya rêxistinê’ hat dîtin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku 93 kes di dîrokên cuda de tevlî 53 bûyerên cuda bûne û sûc kirine.
Nûçegihanê DÎHA'yê Aydin Yildiz jî di îdianameyê de wekî endamê rêxistinê hat dîtin. Ji ber ku nûçegihan Yildiz nûçe şopandiye û tevlî Roj TV'yê bûye di îdianameyê de wekî; ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ û ‘endamê rêxistinê ye’ hat dîtin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku nûçegihanê Yildiz çalakî organîze kirine. Dîsa hat gotin ku nûçeyên Yildiz çêkirine di heman demê de di malpera ANF'ê de hatine weşandin, tevlî nimêjên înê yên li ser banga PKK'ê pêk tên kiriye û propagandaya rêxistinê kiriye.
Di îdİanameyê de ji ber xwendevanên zanîngehê Xabat Bayram, Hakan Zor û Cengîz Sokmen piştî erdheja Wanê ji bo erdhejzedeyên Wanê alîkarî kom kiriye wekî sûcdar hatin dîtin. Di îdianameyê de alîkariya ji bo Wanê wekî alîkariya ji bo rêxistinê hat binavkirin.

EDENE/DÎHA




Îdianameya rojnamegeran temam bû


Îdianameya der heqê 44 rojnamegerên jê 36 girtî yên di 20'ê kanuna 2011'an de li serdagirtina buro û malên xebatkarên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Kovara Modernîteya Demokratîk, Ajansa Etîkê û Belavkariya Firatê hatin binçavkirin û hatin girtin temam bû. Hate zanîn ku di îdianameyê de der heqê 44 rojnamegerên jê 36 girtî ya ji 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re hate şandin de îdiayên ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘rêveberiya rêxistinê’ cih digirin.
Rojnamegerên di 20'ê kanunê de hatin binçavkirin di 24'ê kanunê de sewqî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin kirin 35 rojnameger hatibûn girtin. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Turabî Kişin jî di çarçoveya heman operayonê de di 30'ê kanunê de hate binçavkirin û di 2'yê çileyê de hate girtin. Bi girtina Kişin hejmara rojnamegerên girtî derket 36 kesan.