Yekitiya Jinan a Azad YJA derbarê çalakiyên îsal ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin, hatin lidarxistin daxuyanî da. Endama Koordînasyona YJA’yê Leyla Agirî çalakiyên gel yên ji bo her sê şoreşgerên jin yên kurd hatin lidarxistin gelê Kurd û dostên gelê Kurd slav kir. Agirî destnîşan kir ku bi çalakiyên li qadan hatin lidarxistin, carek din hat dîtin ku kujer negihiştin armanca xwe û li van qadan hat nîşandan ku hêzên kujer neharin xeta azadiyê tasfiye bikin.


Riya hevpar nîşandan

Agirî bertek nîşanê êrîşa polîsan li Amed û Stenbolê jî da û got: “bi hezaran kes ji bo hovitiya Parîsê protesto bikin li wir bûn. Ev çalakî di heman demê de çalakiyên xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ne. Êrîşkirina dewleta tirk ya çalakiyan hevkariya wan ya sûc diyar dike, ligel vê gelê me bi heybeteke mezin komkujî şermezar kir. Mînaka vê ya herî baş di 11’ê Çile de bi mîtînga Parîsê derket holê. Tevlibûneke pir mezin ji bo meşê hebû ev jî asta ku têkoşîna azadiyê hatiye nîşan dide.  Ev hevdîtina nirxên jinê ya hevala Sara bû.  Ji ber vê me 9’ê Çile roja piştevaniya hevpar a jinan îlan kir û perspektîfa têkoşîna hevpar hate avakirin."

Doh Roza îro Sara
Agirî diyarkir ku çalakî û zemîna hevpar ya ku di salvegera komkujiya Parîsê de derketiye holê divê bi hêztir be û dirûşmeya ‘Doh Rosa îro Sara; Doh Berlîn îro Parîs e’. Têkoşîneke ji Rosayan hate Sarayan mijara gotinê ye.  Lê li dijî vê her tim rastiyeke serdest ya mêr ku qetil dike heye.


Êşên bi me dan kişandin

Endama Koordînasyona YJA’yê Leyla Agirî diyarkir ku têkoşîna jinan nîşan daye ku biryara wê têkoşîn digihîne serkeftinê derketiye holê û got;
Ev tevlibûna jinan ya mîtînên salvegera komujiyê zemîneke girîng ji bo eniya demokratîk ava kiriye. Me êşên xwe her tim bi hişmendiya xwe ya azadiyê ya mezin pêşwazî kir. Di lorînên dayikên me de êşên dîrokê, êşên jinan veşartîne. Em van êşan û yên ku êş bi me dan kişandin emê ti car ji bîr nekin.

Qatil wê hesab bidin

Agirî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû hêzên di komkujiyê de cih girtin bersiva xwe girtine û got, komkujî vala derketiye. Teqez divê em hesab ji kujeran bipirsin.”

 ANF/BEHDÎNAN