Akademiya Jinê ya Asayîşê li Efrînê dewreyek bi tevlîbûna 20 jinên ciwan dabû destpê kirin, piştî 8 rojan ji perwerdeya leşkerî û zagonên asayîşê, dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre Endama Yekîtiya Star Arşem Kurdman axivî. Kurdman, bal kişand ser rola jinan a di nava saziyên parastinê de û got: '' Hêzên asayîşê ne ya tu rêxistinan ne, hêzek girêdayî Desteya Bilinde û lewre her kesek dikare di nava asayîşê de cihê xwe bigre.''
Piştî axaftinan, jinên ku dewre bi dawî kirin sozdan ku ewê bê cûdahî ji bo parastina hemû welatiyan tevbigerin û bawername li endmên asayîşê yên nû hate belavkirin.

ANHA/EFRÎN