Kerkûkî da xuyakirin, kontrola Mûsilê ji bo Kurdan gelekî girîng e û got ku diviyabû hêzên Kurd di şerê Mûsilê de di bin sîwana fermandariyeke hevpar de şer bikira û wiha peyivî: ”Barbariya DAIŞ‘ê tenê ji aliyê hêzên azadiyê yên Kurd ve hatiye şikandin.”

Hevpariya Kurdan naxwaze

Kerkûkî diyar kir, tevlîbûna Tirkikyeyê li operasyona Mûsilê, ji bo Kurdan û tevahiya gelên herêmê xeteriyeke mezin e û wiha dewam kir: “Tirkiye dixwaze destketiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake. Ji ber ku şervanên Kurd li qada navneteweyî bûne xwedî prestîjekê, dewleta Tirk aciz e. Naxwaze Kurd bi hevparî tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê gelek caran bi belgeyan eşkere bû û ev hevkarî hê jî dewam dike. Lewma divê Kurd û hemû hêzên li dijî DAIŞ‘ê ne, nehêlin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Li Mûsilê Kurd, Ereb, Êzîdî, Şebek dijîn. Tevlîbûna Tirkiyeyê li operasyona Mûsilê wê gefê li van gelan bixwe.”


 ANF / KERKÛK