Li Parlamenta Romayê bi alîkariya koma Partiya Azadî û Ekolojiyê ya Çep a Îtalyayê (SEL) civînek li ser danasîna pirtûkên Ocalan û nîqaşkirina nêrînên wî, hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên gelek partiyên siyasî û kesayetiyên ji Îtalyayê amade bûn. Li ser navê koma SEL Arturo Scotto, parlamenterê Partiya Demokrat  (PD) li hikûmetê Andrea De Maria, parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Luici Vinci, ji parêzerên Ocalan ên Îtalî Arturo Salerny, ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî Reimer Heider û li ser navê Weşanxaneya Puntorosso ya pirtûkên Ocalan lê hat çapkirin Ruberto Mapelli di civînê de amade bûn.

´Ocalan jî mîna Mandella ye´

Di civîna bi moderatoriya Mapelli de li ser navê koma SEL Artura Scotto axivî û xwest pirsgirêka Kurd û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hîn bêtir bên nîqaşkirin. Andrea De Maria jî ragihand ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi hewldanên xwe yên aştiyê re roleke mîna ya Mandela dileyze. Luici Vinci jî da zanîn ku lobiya Tirk ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Ocalan li Ewropayê weke "terorîst" nîşan bide dixebite û ji Kurdan xwest, ku ji bo xwe rastir bidin nasandin, hîn bêtir bikevin nava hewldanan. Vinci got, "Bi taybetî jî li Îtalyayê divê Kurd xwe hîn bêtir bidin nasandin."

´Kurd nayên fêmkirin´
Vinci rexne li Ewropa û Îtalyayê kir ku tevî di dîroka wan de raperînên gel û mînakên berxwedanê hene jî îro gelê Kurd fêm nakin. Vinci anî ziman ku tevî di dewleta Tirk de hikûmet tên guhertin jî karektera zext û zordar nayê guhertin û diyar kir ku di dema hikûmeta AKP'ê de girtîgeh hatine dagirtin û bi dehan girtiyên nexweş tên ragirtin. Ji Însiyatîfa ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî Reimer Heider jî der barê parêznameyên Ocalan ên li Îtalyayê bi navê "nivîsên li girtîgehan" hatin weşandin de agahî da. Heider da xuyakirin ku bi broşurên bi navê "Konfederalîzma Demokratîk" û "Azadkirina Jiyanê-Şoreşa Jinê" ew dixwazin nêrînên Ocalan hîn bêtir bigihînin raya giştî ya Îtalyayê.

´Ji nêrînên Ocalan ditirsin´

Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç jî şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û hewldanên Ocalan ên saleke ji bo aştiyê nîşan dide, kurteber kir. Dînç da zanîn ku Ocalan hînê nikare parêzerên xwe bibîne û ji bilî heyeta BDP-HDP'ê ti pêwendiyeke xwe bi cîhana derve re nîne û destnîşan kir ku di van şert û mercan de muzakere ne pêkane. Dînç got, "Ji ber ku hikûmet naxwaze Ocalan bi temamî têkiliyê bi cîhana derve re deyne. Ji bandora Ocalan a li ser raya giştî ditirse." Ji parêzerên Ocalan ên Îtalî Arturo Salerny jî helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê serlêdanên Ocalan de rexne kir û got, "DMME di mijara şert û mercên dîlgirtinê yên Ocalan de, hemû binpêkirin çareser nekir." Piştî vê civîna li Parlamenta Romayê, li bajarên Mîlano û Bologna jî civînên li ser danasîna pirtûkên Ocalan tên lidarxistin.

ANF/ROMA