Sê ciwanên ji Gundikê Melê yê bajarê Şirnexê, ji bo hişyarkirina civakê da ku hay ji siheta xwe hebe, kanaleka YouTubeyê çêkiriye. Navê kanalê “Sihet Xweş!” e.

Hersê amadekarên bernameyên televizyonê; Dermansaz, Dilşad Bayram, Dr. Tevfik Bayram û Sîpan Bayram in.

Dilşad Bayram berpirsê Şaxê Şirnexê yê Yekîtîya Dermansazan e, Dr. Tevfik Bayram akademîsyenek e ku li Zanîngeha Hebrewê ya Îsraîlê li ser saxlemiya civakê master kiriye. Sîpan Bayram derçûyiyê Beşê Radyo û Sînemayê yê Zanîngeha Anadolûyê ye ku li ser kurtefîlm û karên hûnerî dixebite.

Bernameyê Dilşad Bayram pêşkêş dike. Beşa yekem a “Sihet Xweş!”ê li ser cemdayîyê beşa duyem li ser nexweşiay şekir e. Vîdeo bi dîmenên wek fîlmên “The Godfather” û “Matrix”ê dest pê dikin.

Civak hay ji nexweşiyan nîne

Dilşad Bayram digel Dilşad Bayramî di dema xwendina zanîngehê de, li Gundikê Melê kurtefîlmeka bi navê “Diyarê Dilşad” jî çêkiriye. Kurtefilm tekane kurtefîlma bi zimanê kurdî bûye ku di Festîwala Kurtefîlmên Xwendekarên Zanîngehan de, hatiye nîşandan û xelata mansiyonê wergirtiye. Herweha wan kurtefîlmên bi navê “Mayin-Şeveka Şerê li Şirnexê” û “Raborî” jî çêkiriye.

Dilşad Bayram li ser biryara çêkirina kanalê û armancên xwe got, “Ev çar sal in ku ez li Şirnexê dermansaziyê dikim. Min di van çar salan de çavdêrî li civakê kir û dîtina min dîtî, nexweş ji gelek nexweşiyan ne agahdar in. Gelek ji wan jî ji ber wê yekê xeletiyan dikin. Gelek ji wan jî nîşanên nexweşiyan nizanin û heta nexweşî li wan giran nebe li xwe napirsin û naçin doktoran.”

Çawa agahdar bikim?

Dilşad li ser ka çawa civakê agahdar bike hiziriye û li ser mijarê dibêje, “Li gorî van çavdêriyên xwe, min dixwest ez biqasî sere derziyê jî be civakê agahdar bikim. Lê çawa?

Gelo bi nîvîsan? Na! Bi xwedê ti kes xîret nake bixwîne û jixwe, gelek kes nizanin bi Kurdî bixwînin.

Gelo Bi videoyan? Bele, lê videoyên çawa? Em li ser wê şixulîn û me biryar da ku em hinekî bi henekan vîdeoyan çêkin û biweşînin. Lê videoyên me ne tenê henekî ne, hemî agahiyên tê de zanistî ne û bi şêwirmendiya doktorê tendrûstiya gel, hatine hazirkirin. Hêvî dikim em bigihîjîne armanca xwe.”

Dilşad Bayram herê dawî jî dibêje, “Ji bîr nekin, siheta hewe li ser her tiştî re ye. Sihet xweş!”

NAVENDA NÛÇEYAN