Wezareta Parastinê ya DYA’yê-Pentagon daxwaz ji Rêveberiya Obama ya di rojên xwe yên dawiyê deye kir ku giştgiriyê bide YPG`ê û erebeyên zirxî, zemînên topan û hawanên tomatîkî bide wan û got ku ji ber YPGʹê hevkarê bingehîn ê Amarîka ye.

Rojnameya The New York Times di rapora ku duh weşandiye de behsa xebat û derfetên li pêş Serokê Amerîka Barak Obama têkildarî rewşa Kurdî di çend rojên hindik ên serdema serokatiya wî de ma ne kir.

Rojnameyê diyar kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barak Obama li gel bidawîbûna serdema serokatiya wî de li hemberî gelek xebat û derfetan rû bi rû ye. Ya yekemîn avakirina pirên hevpeymaniya leşkerî bihêztir bi Kurd an re, da ku karibe parastinê di şerên dijwar ên li Reqqayê de bike, ya duyemîn jî derfetê bide Serokê Amerîka yê nû hatiye hilbijartin Donald Trump, dibe ku ew rizgarkirina Reqayê heta çend mehan dereng bike.

Li gor rojnameyê, Serokê DYA`yê di civîna duh bi Kongreya Amerîkî re hatiye lidarxistin de tekez kir ku ew dixwaze derbeyên giran li DAIŞ`ê li Mûsilê û Reqayê bide. Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku Obama ferman dabû ku 200 Endamên Hêzên Taybet ên Amerîka di meha derbasbûyî de bişînin Sûriyeyê, di heman demê de hêzên esmanî yên hevpeymanan derbeyên xwe li ser bajarê Reqayê ya ku ji aliyê bi hezaran şervanên Kurd û Ereb ve tê dorpêçkirin, zêde bikin.

Ji bo YPG’ê çekên giran daxwaz kir

Rojnameyê wiha got ku Pentagon daxwaz ji rêveberiya Obama kir ku desteka piştgiriyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG), çimkî ew hevkarê aktîf ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li ser erdê ye û li ser giringiya pêdana YPG`ê erebeyên zirxî, bingehên Mûçekan û hawanên tomatîkî jî tekez kir, bi vê yekê jî dê bi destpêka Sibatê re bi desteka yekser a Amerîka re dest bi êrîşa li ser Reqayê bê kirin.

Ji aliyekî din ve, Rojnameyê got ku desteka Amerîkî ji Kurd an re dê reşantiyê li ser têkliyên Amerîka-Tirkiyeyê bike û diyar kir ku Rêveberiya Amerîka hewil dide Tirkan hêdî bike ku hêzên Erebî wê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê bajêr bi rêve bibin û Kurd jî jê vekêşin.

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê jî ku Tirkiyeyê ji daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amarîka têkildarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya Tiwîterê belav kiriye û daxuyanî teqez dike ku QSD`ê ne beşek ji PKKʹê ye wek hin hikûmetên herêmê idîa dikin û ji îdîayan aciz bûye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN