
Berê tang û topên wan ji pirr milan ve encam digirtin, lê niha ji ber çalakiyên me yên cihêreng newêrin li qadên di bin kontrola me de biçin û werin.”
Endama fermandariya YJA Star’ê ya Biryargeha Qadên Parastina Medyayê Hemrîn Dêrsîm şerê ku li ser xetên sînor tê meşandin ji ANF’ê re nirxand.
Fermandar Hemrîn Dêrsîm bal kişand ser pêvajoya ji biharê û vir ve û got, hîn adarê, artêşa Tirk hema hema li tevahiya xetên sînor operasyon dan destpêkirin. Ji ber wê jî gelek bajar û gundên Kurdistanê wek herêmên ewlekariyê îlan kirin.
Hûn hemleya ku ji destpêka biharê ve hatiye destpêkirin çawa dinirxînin?
Ji par ve piştî 24´ê Tîrmehê, ango piştî êrişên hewayî yên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker, dewleta Tirk şerekî berfireh da destpêkirin. Wê wiha digot; “Heya ku gerîlayek jî bimîne em ê bi ser wan de biçin û wan tine bikin”. Lê dema dîtin ku ev êrîşên wan bê encam man, vê carê hewl dan ku di zivistanê de careke din bi rêya êrîşên hewayî me tine bikin, lê ev plansaziya wan jî bi ser neket û berevajî vê, ciwanên me yên Kurd ên şoreşger li Bakurê Kurdistanê, li Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê berxwedaneke bê hempa dan raber kirin. Ji ber ku bi ser neketin, ji destpêka biharê ve dest bi operasyonên xwe yên xetên sînor kirin.
Li gorî we bi çi armancê berê xwe dan ser xetên sînor?
Jixwe, yek ji armanca van operasyonên li ser xetên me yên sînor ew bû ku sînorên bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qut bikin, bi rêya vê jî têkiliya gel û gerîla jî bi temamî ji hev bibirin. Lê em vê jî bibêjin, bi ruxmê van operasyonên wan bi rengekî lêhûrbûyî li xeta Şemzînan, Çelê û Oremarê, heta niha ti encam bi dest nexistine û berevajiyê vê, derbên pirr giran jî xwarin. Weke ku hûn jî dibînin gerîlayên me li her derî, ji Xakûrkê heta Avaşîn, ji Cîlo heta Çarçêla û heya Çelê di çeperên xwe de ne û li dijî van operasyonan me gelek çalakiyên bi bandor li darxistin.
Dewleta Tirk şerê xwe yê sala 2016’an wek şerê mayîn û nemanê bi nav dike. Hûn vî şerî çawa dinirxînin, dewleta Tirk bi van gotinên xwe gelo çi armanc dike?
Li hember vê ji biharê ve hêzên me yên gêrîla bi fedekariyeke mezin çeperên xwe parastin û gelek çalakiyên serketî li darxistin. Hêzek me ya dînamîk û fedaî heye ku bê dudilî bi ser dijminê xwe de diçe. Gerîla weke berê nîne, êdî xwedî ezmûn e. Mînak, niha me pergala parastinê ya artêşa Tirk bê bandor hiştiye. Mînak, berê hema hema 24 saetan kobrayên wan her li ser xetên sînor di nava tevgerê de bûn, lê niha em dibînin ku newêrin kêmekî jî xwe nêzî xetên me yên sînor bikin. Berê tang û topên wan ji pirr milan ve encam digirtin, lê niha ji ber çalakiyên me yên cihêreng newêrin li qadên di bin kontrola me de biçin û werin.
Li leşkerên xwe jî didin
Mînak me bi xwe ji nêz ve şerê qada Ertûşê şopand. Hema em dikarin bibêjin ku leşkerên xwe dişînin ji bo mirinê. Mînak, li cihê ku temasa leşkeran bi gerîlayan re çêdibe, bi riya balafirên şer qazanên xwe yên bi tonan bi ser gerîla û leşkerên xwe de dibarînin. Yanî tevî ku leşkerên wan jî dibin hedef, li leşkerên xwe jî didin!...
Mînak, li girê şehîd Cahîd, hevalên me bi çavên xwe dîtin. Dema ku dizanibûn leşkerên wan birîndar bûne û nikarin şer bikin bi gule û hewanên xwe li birîndarên xwe dan û ew kuştin. Ev jî rastiya zihniyeta dewleta Tirk a zalim dide nîşandan.
Hûn dikarin qala şerê li Ertûşê bikin ku bi rojan e tê meşandin?
Di şerê Ertûşê de gelek rêhevalên me yên ciwan bûn sembola fedekarî û qehremaniyê. Yek ji van hevalan jî rêhevala me ya Çîçek bû. Di şerê Ertûşê de heta nefesa xwe ya dawiyê bi cesareteke mezin şer kir û bi ser dijmin de çû.
“Banga Çîçekê” qet qut nebû
Şerê Ertûşê bi rojan domand, lê di nava vî şerê dijwar de qet “Banga Çîçekê” qut nebû. Bi tena xwe ji bo hemû hevalên xwe bû çavkaniya hêzê ji bo rêhevalên xwe. Hemû ciwanên me jî bi vî rengî ne. Bila dewleta Tirk vê bizane, her gerîlaya/ê me Çîçek e, her gerîlaya/ê me Merwan û Cesûr e û bi cesareteke mezin di çeperên xwe de şer dikin. Ev ruhê fedayî bi giştî li ser xetên sînor bi vî rengî bû. Hem li Avaşîn, hem li xeta Çarçêla, Oremar û Şemzînanê bi vî rengî bû.
Artêşa Tirk li Şemzînanê şikest, vekişiya û vê carê berê xwe da Ertûşê ya ser bi Çelê. Ji destpêka biharê ve operasyonên wê çi encam girtin?
Berxwedana hevalên me li Şemzînanê, çalakiyên li Xakûrkê operasyona Şemzînanê pûç kir. Di şexsê rêheval Axîn Meşkan, Dîcle Amed, rêheval Riha û rêheval Mordem de berxwedanek bê hempa hebû. Jixwe dîmenên wan çalakiyan jî di Gerîla tv de hatin weşandin. Leşker hemû yan reviyan yan jî hatin kuştin.
Piştî ku li Şemzînanê şikestin, vê carê berê xwe dan Çelê, qada Ertûşê. Jixwe li Ertûşê heta vê kêliyê jî şer dijwar e, li hemberî vê jî çalakiyên gerîlayên me jî didomin. Heta vê rastiyê bêjim, em nikarin ciwanên xwe bidin seknandin. Mînak roja ku me agahiya operasyona Ertûşê girt bi dehan ciwanên me berê xwe dan çeperên şer û xwestin di eniyên herî pêş de cihê xwe bigirin. Ev ruh, ruhê APO’yî yê fedayî dide nîşandan. Ango ti hêz nikare bi rengekî hêsan bikeve xaka me.
Artêşa Tirk kuştiyên xwe înkar dike. Mînak, leşker di Kela Ertûşê de perîşan bûn. Êdî dengê qêrîna wan dihat û hawara balafirên şer dikirin.
Bi giştî wek hêzên YJA Star hûn bi çi rengî tevlê şerê li ser xetên sînor bûn?
Di hemû çalakî û şeran de gerîlayên me yên YJA Star’ê cihê xwe di çeperên herî li pêş girtin. Êdî YJA Star di asta pêşengiya şer de xwe îspat kiriye. Li Şemzînanê rêhevala me Axîn Meşkan bû sembola nûjen a çanda berxwedanê. Ji destê sibê heta êvarê, heta guleya xwe ya dawiyê şer kir, piştî ku guleyên wê xilas dibin, mîna hevrê Bêrîtan çeka xwe tine dike û xwe ji zinaran de diavêje. Teslîmiyet qebûl nekir, ev ruh vê mesajê dide dewleta Tirk a dagirker, tu nikarî gelê kurd, ciwanên Kurd û gerîlayên Kurd tine bikî. Ger tu hewl bidî, tu yê li hember xwe bi sedan Axîn û Çîçekan bibînî.
Li Xakûrkê sekna hevrê Dîcle Amed, li Avaşîn sekna hevrê Rûken û Amara, li Çarçêla sekna hevrê Diljîn û hevrê Kurdistan, herî dawî jî sekna hevrê Çîçek li Ertûşê ev da nîşandan. Jina Kurd wê tu carî dev ji çanda xwe ya berxwedanê bernede. Mînak di şerê Ertûşê de leşkerekî birîndar gotibû, li Kela Ertûşê jinek hebû, ewqas bi xurtî şer kir ku bi ruxmê hemû êrîşan dev ji çepera xwe berneda. Hevrêya me Çîçek li Ertûşê dijmin xiste tengasiyê, ji ber wê newêriyan ku bi pêş ve bên.
Hûnê ji vir û pê ve vê pêvajoyê çawa bi rê ve bibin û peyameke we ya dawiyê gelo heye?
Her çiqas gelê me êşên û azarên dijwar kişandibin jî, divê em bi hev re mil bi mil xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Ger dijminê me dibêje, em îsal şerê man û nemanê dikin, em jî vê dibêjin, em ê vî şerî bikin şerê man û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Divê gelê me jî ji her demê zêdetir xwedî li vîna xwe derkeve û rê nede ku dewlet dest deyne ser vîn û nirxa tekoşîna bi dehan salan. Em ê jî wek gerîla heya dawî di çeperên xwe de li ber xwe bidin û heta ku em azadiyê bi dest nexin, yek kêliyê jî em ê ji têkoşîna xwe venegerin.
ANF / BEHDÎNAN