Dibistana Ebû Bekir El-Razî ya li Reqayê, di şerê DAÎŞ’ê de wêran bûbû. Lê tevî wêraniya vê jî 550 zarok tê de xwendina xwe dikin. Hema hema ji sedî 60 a dibistanê xirabûyî ye, heta hin sinif bê pencere ne û heta dîwarê wan jî tunene. Lê dîsa jî zarok ji xwendina xwe neman û di şertên zor û zehmet de bi dilekî geş û xweş perwerdeya xwe dibînin.
ANHA/REQA