Îsmet Kayhan: ‘’Du tiştan herî zêde tesîr li min kir. Gava ku biryara Pengava 15’ê Tebaxê didin, Heval Egîd dibêje, ‘Em pirr dereng man’. Ya diduyê, ew bû, gava ku çalakiya Erûhê serketî hat kirin, heval vekişiyan, Heval Egîd çixara xwe pêxist berê xwe da Erûhê, û got, ji îro û pê ve dîrok guherî.’’
LUQMAN GULDIVÊ
Fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) 28’ê Adara 1986’an li Gabarê nîvê şevê di kemîneke dijmin de şerekî bi lehengî kir û şehîd bû. Tevî şehîdên din ên dawiya meha Adarê, tevgera Kurd hefteya bi vê rojê destpê dike, weke hefteya qehremaniyê bi bîr tîne. Gurcan (Abdullah Bayik) gava behsa bihîstina şehadeta Fermandarê ARGK’ê Egîd, yanî fermandarê xwe dikir, digot, “Encama yekê ya nûçeya şehadeta [Egîd] bêdengî û bêtevgeriyeke vebirrî bû. ... Heval Harûn ev bêdengiya kûr qelaşt...: Divîyabû me cenazeyê wî ji dijmin re nehişta! ... Heval Selîm jî got, weke gerîlayên layiqê Heval Egîd û dilsozê Heval Egîd divê em tola wî hilînin!” Ev tol wê bihata hilanîn bi rakirina ser piyan a miletekî mirî dihat hesibandin. Di ser şehadeta Fermandar Egîd re ku bi çalakiya Erûhê ya serketî ya 15’ê Tebaxa 1984’an damezrandina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK, paşê wê bibûya ARGK) jî ragihandibû, 34 sal derbas bûn. Sala 1997’an kitêbeke ji têbînî, rojane, rapor, agahiyên li ser Fermandar Egîd û hin detayên bîbliyografîk pêk dihat bi navê “Komutan Agit’in Gunlugunden (Ji rojnivîsa Fermandar Egîd )” hat weşandin. Nivîskar fermandar bi xwe diyar be jî, li ser bergê kitêbê du navên berhevkaran hebûn: Ferda Çetîn û Îsmet Kayhan. Du hevrêyên min ên ji Çapemeniya Azad. Ev kitêba ku li ser mezintirîn fermandarê dîroka artêşên Kurdistanê de gelek agahiyên hêja, hûrgiliyên mirov zû ji bîr dike jî dihewîne, ji bo ku bi bîr bixim, ji bo ku Fermandar Egîd bi bîr bînim, bi nivîskar û rojnamevan Îsmet Kayhan re peyivîm. Du tiştên ku ji metnên bi destnivîsa Fermandarî herî zêde tesîr li wî kirin, tesbîtên dîroka Kurdistanê jî ne: Em pirr dereng man! Ti tişt wê nebe weke berê!
Serok Apo berpirs bû
Îsmet Kayhan pêşî behsa serpêhatiya peydabûna rojnivîsên, ya rastî têbîniyên rojane yên Fermandar Egîd dike; rojnamevan Ferda Çetîn ew peyda kiribûn û wî jî ji bo weşana çarmehan li ser hev a di Serxwebunê de ew amade kiribûn. Piştî hingê, Çawa Îsmet Kayhan dibêje, “Serok Apo” berpirsê weşana Serxwebûnê bûye, û wî hingî ne ku tenê ji Serxwebûnê re dinivîsî, wî her wiha nivîs jî birêxistin kirine, “Digot, bila heval Karasu li ser filan tiştê binivîse, ji heval Cemal filan tiştê bixwazin, heval Abbas dikare li ser filan tiştê binivîse...” Yanî rojeva Serxwebûnê heta ku Rêber Apo bi bêbextiyê hatiye girtin, bi gotina wî “di asta yekê de berpirsê Serxwebûnê” bûye. Axir ew dibêje, rojnivîsên Fermandar Egîd piştî ku hatin weşandin, gelekî bal kişandine: “Gava me ev dît, Serok got, de vê bikin kitêb. Eynî wisa gotibû. Lê got, rojnivîs têrê nakin. Tu jî rojnivîs, name û raporên Egîd yên din derêxe. Ez ketim arşiva Serxwebûnê. Min raporên heval Egîd derxistin. Axaftina Serok a li ser şehadeta Heval Egîd hebû. Qederê 8 mehan em li ser kitêbê şixulîn. Pêşnûmayên sêwirandinê yên dawî yên kitêbê me dîsa ji Serok re şandin. Serok got, pirr baş çêbûye. Me jî kitêb çap kir. Ez û Ferda ne li cem hev bûn. Ew li Tirkiyeyê bû, ez li Serxwebûnê [li Holanda] bûm. Bi vî awayî bi Serok re koordînekirî kitêb derket.”
Îsmet Kayhan hemû detay berhev kirin
Îsmet Kayhan wekî din lê mikur tê ku ji bilî rojnivîsên di Serxwebûnê de weşandî karê mayî bi wî kiriye. Li ser hin hûrguliyên di kitêbê de ez ji berê ve ji xwe dipirsim, gelo, gava hatiye weşandin, fikarên rêxistinî li ser hebûn yan na, weke minaqeşeyeke hişk a di navbera fermandar Egîd û Şehîd Mehmet karasungur de: “Belê minaqeşeyeke hişk heye di navbera Egîd û Mehmet Karasungur de heye. Ew minaqeşe li civîna li Rojhilatê Kurdistanê diqewime. Li wir kesekî sêyem heye, gellek kes pê nizanin. Ew jî Heval Sebrî (Ok) ye. Lê minaqeşeya lihevnekirinê esas di navbera Heval Egîd û Heval Karasungur de ye. Em li ser vê bi hev şêwirîn. Ka em biweşînin yan na. Serok gotibû biweşînin. Wî got, ev minaqeşe ji bo nîşandana çanda demokrasiyê û minaqeşekirinê baş e. Wî got, ev ê her wiha asta kadroyên damezrîner ên tevgera PKK’ê nîşan bide. Wekî din wê milîtanî û israra Egîd jî derkeve holê, hin tiştan qebûl nake. Minaqeşeyeke hişk heye, te jî xwendiye. Li ser vê ti fikra na em nedin çênebû; biryareke zelal ev bû; divê em vê biweşînin.”
Fikra berfirehkirina kitêbê heye
Fikra kitêbê ji Serxwebûnê tê, di pratîkê de pêşniyazeke Rêber Apo ye, yanî ew dibêje, “de çêkin”. Îsmet Kayhan wiha behsa pêvajoya kitêbê ya paşê dike: “Nivîsên min hene, raporên Heval Egîd hene, metna belavoka Bereya Berxwedanê ya Hevgirtî ya li dijî Faşîzmê heye ku Heval Egîd nivîsî. Yanî di vê kitêbê de materyalên PKK’ê yên heta hingê hemûyan cihê xwe girt. Me tiştek li derve nehişt. Hûrgiliyên balkêş hebûn, ew min derxistibûn û amadekiribûn. Mînak, gundiyên ku behsa şehadeta Heval Egîd dikin hene. Şahidên wê rojê hene. Dibêjin wê rojê cenaze anîn. Keyayê gundekî dipeyive. Anektodên hûrik hene; me ew jî di kitêbê de bi cih kirin. Bi ya min kitêbeke baş bû.”
Kitêbeke baş bû, lê ji hingê ve gelek agahiyên din derketin holê. Şahidên mirov nû bi wan dihise, gelo fikra wî heye kitêbê nû bike? Îsmet Kayhan li ser vê pirsê wiha li me vedigerîne: “Ev pênc sal in, ez li çapeke berfirehkirî ya kitêbê difikirim. Fikra min ew e, em kitêbê veguherînin kitêba Pêngava 15’ê Tebaxê, rapor hene, belgeyên nû hene. Şahidiyên nû hene. Muhtemelen di nava salek diduyên li pêşiya me de wê derkeve, lê bila weke sozekê neyê fêmkirin. Materyal û agahî hatine berhevkirin. Ez bi du milîsên Fermandar Egîd re peyivîm li Belçîkayê, herdu jî Kildaniyên Şirnexê ne, ji gundên li Gabarê ne. Ez wan hevpeyvînan jî ji çapa nû ya kitêbê re vediqetînim.”
Ti tişt wê nebe weke berê
Ji kitêbê mirov pê dihise ku Fermandar Egîd îhtîmamê bi her detayê dide, û terzekî wî yê taybet ên nihêrîna li derdora xwe heye. Em ji Îsmet Kayhan dipirsin ka ji metnên wî çi tesîrê li wî kiriye: “Mesela di raporan de dibêje, yek meqesê me yê neynokan heye. Filana me bêvana me heye, filan û bêvan kêm e. Evqas nan û ardê me heye. Ew weke milîtanekî tevahiya hûrgiliyan not dike, ev girîng e. Lê du tiştan herî zêde tesîr li min kir. Yek jê, gava ku biryara em Pengava 15’ê Tebaxê didin destpêkirin, em şer didin destpêkirin di civînê de dibihîse, Heval Egîd dibêje, ‘Em pirr dereng man’. Sedemên derengmanê hebûn, Karasungur ew çûn Rojhilatê Kurdistanê kamp ava kirin. Şahin Kilavuz ew gava çûn Bakurê Kurdistanê şehîd bûn. Ya diduyê ya bala min kişand û hestên min rakirin, ew bû, gava ku çalakiya Erûhê serketî hat kirin, heval vekişiyan, Heval Egîd çixara xwe pêxist berê xwe da Erûhê, û got, ‘Ji îro û pê ve dîrok guherî’. Jixwe wisa bû, ev gotina Egîd îro bi gewde bû, wî got, wê ji îro û pê ve ti tişt weke berê nebe; wî berêvarê li rohniyên Erûhê dinihêrî û wisa digot.”
Di kitêbê de hin kurtkirinên navan jî hebûn, ji meraqê min pirsî û rojnamevan Îsmet Kayhan wisa li min vegerand; “Ji bo hin milîsên hingê sax me navê wan bi tîpan dan. Bi vî rengî me xwest malbatên wan û wan biparêzin. Hinek ji wan îro jî sax in. Wekî din navê hin malbatan ku Egîd ew çûbûn malên wan jî bi zanîn hatin kurtkirin.”