“Civaka Êzîdî di nava Şengalê de û li derveyî wê, me Êzîdiyan hemûyan, Mam Zekî weke stûna xwe ya parastinê dît. Ew stûna tifaqa Êzdayetiyê bû. Em weke civaka Êzîdî, weke rêxistin û îradeya me dayî avakirin, çi dibe bila bibe, em ê xwestekê Mam Zekî ya yekîtiya Êzîdiyan bi dest ve bînin.”

 

LUQMANGULDIVÊ / NAVENDANÛÇEYAN

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Şengalê, Zehra Silêman got, piştî êrişa 15´ê Tebaxê ya li dijî Şengalê ku dewleta Tirk pê Mam Zekî Şengalê şehîd kir, hevdîtinên wan bi aliyê hikûmeta Iraqê ya Navendî dewam dike. Zehra Silêman êriş li dijî îradeya Êzîdiyan û tifaqan wan bi nav kir û got, hemû aliyên Êzîdî piştî êrişê hemfikr in ku divê ew tifaqa Êzîdiyan xurt bikin ku xewna Mam Zekî bû. Zehra Silêman, îşaret bi dema êrişê jî kir û got, ew ji hemû berpirsiyaran hesab bipirsin û şopdarê doza Mam Zekî bin heta ku xweseriya Şengalê misoger bibe.

Divê helwesta xwe zelal bikin

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Şengalê, Zehra Silêman got, helwêsta xelkê Şengalê û Rêveberiya Şengalê diyar e beramberî êrişê û wiha peyivî: “Gelê Êzîdî û em dibêjin, heger Başûrê Kurdistanê û hem jî Iraq heger helwêsta xwe zelal neke ji bo vê êrişê, hingê ev wê yekê piştrast dike ku elaqeya wan bi vê êrişê re heye.”

Kar û xebatên tifaq û yekîtiyê dikirin

Zehra Silêman îşaret bi dewra Mam Zekî Şengalî di tifaqa Êzîdiyan û hewldanên misogerkirina xweseriya Şengalê de kir û got, “Hemû hewldana Mam Zekî ji bo tifaqa Êzdayetiyê bû. Ev qederê 30 salan e ku li her derî, li derveyî welêt, li Başûrê Kurdistanê, heta qirrkirina 2014´an a Êzîdxane, Mam Zekî ji bo civaka Êzîdî kar û xebatên tifaq û yekîtiyê dikirin. Di nava Şengalê bi xwe de jî Mam Zekî, ev çar sal in ku kar û xebatên ji bona tifaqa Êzîdiyan, ji bona xweseriya Êzîdiyan dixebite. Civaka Êzîdî di nava Şengalê de û li derveyî wê, me Êzîdiyan hemûyan, Mam Zekî weke stûna xwe ya parastinê dît. Ew stûna tifaqa Êzdayetiyê bû. Em weke civaka Êzîdî, weke rêxistin û îradeya me dayî avakirin, çi dibe bila bibe, em ê xwestekê Mam Zekî ya yekîtiya Êzîdiyan bi dest ve bînin.”

Aliyên siyasî yên Êzîdî yekhelwêst in

Li ser pirsa ka gelo aliyên siyasî yên din ên Êzîdî çawa li êrişê dinihêrin, Zehra Silêman, bi bîr xist ku pêr li navçeya Sinûnê meşek pêk hat û hemû pêkhateyên Êzîdiyan di nava wê meşê de hazir bûn û wiha dewam kir: “Hemûyan peyamên xwe da û got, em li pey şopa Mam Zekî ne, em ê tifaqa xwe çêkin. Em ê xwe bikin yek tifaq. Ev daxwaza Mam Zekî bû, em jî wek civaka Êzîdî, em ê şopdarê xwesteka wî bin. Em xwesteka Mam Zekî pêk bînin.”

Em nehêlin dijmin bigihîje hedefa xwe

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Şengalê, Zehra Silêman giraniya êrişê û şehadeta Mam Zelal weke dewama fermana 74´an nirxand û got, “Civaka Êzîdî ji ber şehadeta Mam Zekî di rewşeke giran de ye. Ferman dubare bûye. Ji ber vê yekê, hêrsa wê rabûye û dibêje, divê em xwe bikin yek, em van êrişên dijminê tirsonek li dijî civaka Êzîdî tine bikin. Em nehêlin dijmin bigihîje hedefa xwe, Êzdayetiyê parçe û tine bike.”

Em ê hesab bipirsin

Zehra Silêman bi bîr xist ku ew li benda malbatê ne da ku merasîma cenaze ya Mam Zekî pêk were, û got, heger malbat bigihîje ew ê sibe (îro) merasîma oxirkirina Mam Zekî bi rê ve bibin. Ji bo berpirsiyariya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê di êrişê de jî Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Şengalê, Zehra Silêman got, “Lêpirsîna me wê dewam bike. Em weke civaka Êzîdî, rêveberiya Êzîdî û pêkhateyên Êzîdî, em ê beramberî êrişan bêdeng nebin. Hem di milê siyasî hem di milê civakî de em ê li meseleyê bipirsin. Ev êriş di bin berpirsiyariya Iraqê de hatine kirin. Lewma artêşa Iraqê li navçeyên me û li derûdorê me heye. Civaka Êzîdî bi vî rengî piştî fermanê careke din hedef hatiye girtin. Di meheke reş a fermanê de di salvegera komkujiya Koço de dema ev ji merasîmê vedigeriyan, stûna tifaqa Êzîdiyan Mam Zekî hedef girtin. Em li vê yekê bipirsin, em ê hesabê vê hem ji mirovên helwêstên xwe diyar nakin û hem jî ji Başûrê Kurdistanê, hem dewleta Iraq û hem jî devletên derve bipirsin. Em ê vê dozê bişopînin. Tişta Mam Zekî dixwest pêk bîne, hevdîtinên wî dikirin, em ê wan dewam bikin, bibin serî.”

 
 

Ev êrîş ne êrîşek jirêze ye

     

Koordînasyona Civaka Êzîdî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li ser êrîş dewleta Tirk a li dijî Şengalê helwesta xwe zelal bike û ev pirs kirin: “Gelo dewleta Iraqê wê çawa nêzîkî Êzîdîyan bibe? Wê biparêze û mafên civaka me nas bike, yan wê bi destên dijminan rê li ber kuştin û fermana civaka me vebike.”

Koordînasyona Civaka Êzîdî derbarê êrîşa suîkastê ku balafirên dewleta Tirk a dagirker li dijî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî pêk anî û bêdengiya dewleta Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Çima piştî çûyina Ebadî?

Di daxuyaniyê de hat gotin ew vê êrîşê wek dewamiya siyaseta fermanê ya liser civaka Êzîdî dibînin û daxuyanî bi vê rengî dewam kir:”Di şexsê dewleta qirker a Tirk, hevalbend û xayînan de ev siyaset ne sekiniye û didome.

Wek Koordînasyona Civaka Êzîdî, em ji vê bûyera qirêj a qewimî ango xefka ku pêk hatî, bi qasî dewleta Tirk, Iraq, PDK û DYA jî berpirsyar dibînin. Plana qetilkirina Mam Zekî Şengalî di çarçoveya planek hazir a qirêj de pêk hatiye. Ev êrîş ne êrîşek jirêze ye. Li ser civaka Êzîdî ferz kirina helwest ango dewamkirina siyaseta fermanê ye.

Pir vekiriye ev bûyer, di encama bername û xefikek piralî ya dewleta Tirk û hevkarên wê de pêk hatiye. Piştî çûyina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li Tirkiye yê, pêkhatina vê bûyerê cihê fikaran e. Diyar dibe ku bi hesabên qirêj, hin danûstandin ango peyman pêk hatine. Li rex vê yekê, bûyer di nav sînor ango di axa Iraqê de pêk hatiye. Rê dayina dewleta Iraq a vê êrîşê bi serê xwe Iraq xistiye bin berpirsîyartîyê. Em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî vê helwestê, wek nîşaneya siyaseta dewleta Iraqê ya li dijî civaka Êzîdî dibînin.”

Bêdengiya dewleta Iraqê

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya dewleta Iraqê hat kirin û ev pirs ji dewleta Iraqê hatin kirin: “Gelo dewleta Iraqê wek civak, wê çawa nêzîkî Êzîdiyan bibe? Wê biparêze û her heq û hiqûqên civaka me nas bike, yan wek di vê hevkariyê de xuyabû wê bi destên dijminan rê li ber kuştin û fermana civaka me vebike. Gelo hem di warê sîyasî hem jî di warê exlaqî de bersiv û nêzîkatiya Iraqê wê ji bo civaka me çi bibe?” 

ŞENGAL/ROJNEWS  

 
 

Tu hevkariya Bexda û Enqereyê tune!

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Mehcup li ser şehîdkirina Zekî Şengalî daxuyanî da û  got ku têkildarî êrîşê tu hevkariya Bexdar û Enqereyê nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Mehcup têkildarî mijarê di malpera fermî ya wezaretê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li ser herêmên sivîl ên Şengalê şermezar dike. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Derve ya Iraqê li dijî van êrîşan e û derbarê êrîşê de tu hevkariyek di navbera Bexda û Enqereyê de nîne.

Di daxuyaniyê de her wiha ji Tirkiyeyê hat xwestin ku hêzên xwe yên li Başîqa vekişîne û wiha hat gotin: “Ji ber ku ew hêz li dijî hevpeymanên navnetewî ye. Her wiha li dijî rêzdariya li hemberî têkiliyên beramberî hev a welatan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û bal hat kişandin ku pêwîste di mijara “têkoşîna li dijî terorê” de nêrînek hevbeş hebe û sivîl neyên hedefgirtin. 

 

BEXDA

 
 

Şengaliyan behsa Mamê xwe kir

 

TEKO AZAD / ROJNEWS/ŞENGAL

   

Xelkê Şengalê behsa kesayetî û şehîdkirina Mam Zekî ya li Şengalê kir.   

Rajman Hesen got dijminên wan hewl didin Êzidiyan ji holê rakin û wiha peyivî” Ne fêdeyeke PDK’ê ne jî ya hikûmeta Iraqê ji bo me çênebû. Berpirsên vê êrîşê hem PDK ye hem Iraq e. Ji ber Mam Zekî di xizmeta gelê xwe de bû hate hedef girtin.”

Xwedî li fikr û doza wî derkevin

Xelîl Silêman jî da zanîn ku xelkê Şengalê xwedî li fikr û doza Zekî Şengalî derkeve û wiha peyivî:”Mam Zekî bi fikir û têkoşîna xwe di nava me de dijî. Dema ciwanên me vê fikra Mam Zekî esas bigirin û derbasê têkoşînê bikin, wê bi sedan Mam Zekî derkevin.”

Geh bavê me geh zarokê me bû

Meyan Nasir jî ji bo Mam Zekî got “hêz û quwet bû” û wiha peyivî:”Nêzîkatiya wî ya ji bo dayîk û malbatên şehîdan pir cûda bû. Geh weke bavê me bû geh jî mîna zarokê me bû. Em dayîk tenê jî bimînin em ê tola Mam Zekî hilînin. Banga min ya ji gelê Êzidiye re ye ku li hember vê bûyerê bêdeng nemînin. Mam Zekî şehîdê Şengal û yê çiyayan e. Ew ê ji bo me her timî nemir be.”

Pakîze Celal jî got gelê Şengalê zehf jê hez dikir û ji bo vê yekê jî jê re digot Mam.