Nûnerên partiyên Kurdistanî yên ku di hilbijartinên cihî de bi HDP’ê re tifaq kirin, çûn serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk.
Nûnerên Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) ku bi HDP’ê re tifaqa hilbijartinên cihî ya 31’ê Adarê pêk anîbûn, çûn serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli.
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê. Hevşaredar Mizrakli, heyet li ber deriyê şaredariyê pêşwazî kir. Nûnerên tifaqa Kurd pirtûk diyarî Mizrakli kirin û kêliyekê li gel hev sohbet kirin. Piştî serdanê heyet ji şaredariyê veqetiya.
Heyet li mesrefên dagirkerê Tirk heyirî ma
Nûnerên heman partiyan çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên HDP’ê û DBP’ê heyet pêşwazî kir. Di serdanê de Turk derbarê rewşa şaredariyê û serdema dagirkeriya bi destê qeyûm de hin agahî bi heyetê re parve kir. Heyet herî zêde li xerckirinên li tehmctînkan û qahwe ya di serdema qeyûm de heyîrî ma.
Turk got, ew ê têkildarî hemû kirinên li şaredariyê, miracaetî rêyên dadgehê bikin. Piştî serdanê heyet ji şaredariyê veqetiya.
AMED / MÊRDÎN