Li navçeya Til Hemîsê ji bo Şervanên QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend), Mahîr El Selûm (Elî Silêman) yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hat vedan.
Di bin konê sersaxiyê yê ji bo herdu şehîdan de merasîm hat lidarxistin. Di merasîma bibîranîna cangoriyên azadiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed Xilêwî, ji fermandarên QSD‘ê Hac Ehmed El-Kêrt û ji Kongreya Star Emşa El-Manai axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir. Wan her wiha banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.
ANHA/QAMIŞLO