Til Koçerê şehîdê xwe defin kir
Xelkê Dêrîk, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşart.
Xelkê cenazeyê Sedam El-Mihemed ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirt û bi karwanekî wesayîtan bir goristana şehîdan a Til Koçerê.
Em soz didin şehîdan
Li goristanê ji fermandarên YPG’ê Ebûd Til Koçer axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha peyivî; “Bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgarkirin. Şervan ji bo azadî û aramiya li herêmê li hemberî çeteyan berxwedaneke bê hempa dikin û canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopînin.”
Di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseyê cenazeyê şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.
Şervanê QSD’ê Sedam El-Mihemed di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû. ANF/TIL KOÇER