
Bajarok hat rizgarkirin
Lê piştî vê daxuyaniya YPG’ê, çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî gundê Til Meerûf ê girêdayî Tirbespiyê êrîş pêk anîbûn. Çeteyan di vê êrîşê de mizgeft û tirba Şêx Xeznewî şewitandin û 3 minareyên mizgefta gund rûxandin. 15 sivîl jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Li ser vê yekê YPG’ê daxuyaniyek tund dabû û gotibû, “Em eşkere dikin ku Til Merûf dê ji dijmin û nokerên wan ên bi ewlekariya gel û xaka herêmê dilîzin re bibe goristan.” YPG’ê her wiha ji bo ewlehiya jiyanê bang li şêniyên gund kiribû ku di dema operasyona paqijkirina gund ji çeteyan de, jê derkevin. Piştî vê daxuyaniyê YPG’ê dest bi operasyonê kir û bajarok ji çeteyan rizgar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN