
Bajaroka Til Xelef ku 4 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê û ev ji salekê zêdetire wekî baregehek komên çete dihat bikaranîn, ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” de pêr bi şev li herêma Til Xelef çalakiyek berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de şevêdin herêma Esfer Necar hate bidestxistin. Doh danê sibê jî bajaroka Til Xelef bi temamî hate rizgarkirin.
Gund jî hatin rizgarkirin
Piştî rizgar kirina Til Xelef, hêzên YPG, gundên rojihilatên Til Xelef, Ezîziyê, Til Erqan, Tiwemiyê, Herdan, Hemo rizgar kirin. Her weha Xirbêt El-Benat, Ezîziyê û Xirbêt Betna yên derdora 20 km rojhilatê bajarê Serkaniyê ne ketin destê YPG´ê.
Li gora çavkaniyên herêmê gundê Ezîziyê wek navendek girîng ya komên DAIŞ’ê bû û wan koman birîndarên xwe li vê herêmê derbasî Tirkiyê dikirin, cebilxane, alavên lojîstîk li ser gundê Ezîziyê ji Tirkiyê dianîn. Di operasyonê de 3 wesayîtên komên çeteyan hatine rûxandin û wesayîtek cebilxane barkirî hatiye desteser kirin. Depoyê genim a li Til Xelef ji aliyê komên DAIŞ’ê hatiyê teqandin û ziyanek madî zêde li depoyan biye. Her wiha navenda lêkolînê ya Ezîziyê jî rizgar kirin û nexweşxaneyeke gerok ya komên çete desteser kirin.
Operasyon dewam dike
Operasyona YPG ya li Serêkaniyê li dijî çeteyan daye destpêkirin doh jî dewam kir û şerên dijwar rû dan. Li gundê Menacîr ya ku 25 km başûrê bajarê Serêkaniyê dikeve, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû dan. Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku, gundê Menacîr piştî pevçûnên dijwar li gorî demjimêra herêmê 16.45 de bi temamî hatiye rizgar kirin. Heman çavkaniyan dan diyar kirin ku, depoya genim yên nêzî gund ji destê komên çeteyên DAIŞ hatiye derxistin.
Gundê Menacîr çeteyan weke wargehekê û ji bo êrîşên xwe bikar dianîn.
Li Girê Sipî çalakî
Li Girê Sipî jî YPG operasyon da destpêkirin û şerên dijwar rû dan. Li gorî çavkaniyên herêmê, hêzên YPG’ê li herêma Girê Sipî pêr bi şev seat 20.00’da de bi navê “Çalakiya Tolhildana Şehid Şervan” li gundên Sûsik, Bîr Kino, Melûh El Gûmer dijî komên çeteyan DAIŞ rêze çalakiyan pêkanîn. Di encama şerên dijwar de 19 endamên Komên DAIŞ/Cephet El Nusra/ Ehrar Şam hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Li gundê Sûsik 2 wesayîtê leşkerî hatin rûxandin û hejamarek ne diyar endamên çete hatine kuştin. Li Bîr Kino wesayitek hate rûxandin û kesên tê de hatine kuştin.
Di çalakiyê de şervanê YPG’ê binavê Qehreman Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Di navbera YPG û komên çete de li derdora gundên Sûsik û Bîrkino doh jî şer bi awayekî dijwar dewam kirin. Li derdora gundê Milûh El Qemer jî pevçûnên demî rû dan. Lê derbarê kuştî tu agahî nehatin girtin.
Li aliyekî din hate hînbûn ku komên çete hin malên welatiyan li gundê Sûsikê şewitandine.
ANHA/SERÊKANIYÊ
Girîngiya Til Xelef
Til Xelef, cihê yekem ku çanda gund lê pêş ketiye û yek ji navêndên girîng yên Mîtaniyan bû. Di encama polîtîkayên Erebkirinê yên rejîma Baasê de li vir xelkên Ereb hatin bicîhkirin.
Til Xelef ev saleke ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin û weke beregeh dihate bikaranîn. Piştî ku hezên YPG´ê di 16´ê Tirmehê de Serêkaniyê rizgar kir, hêzên çete ji bo êrîşî hêzên YPG bikin li herêma Til Xelef û Esfer Necar bi cîh bûbûn. Bi rizgarkirina Til Xelef di heman demê de ji bo herêma Rojava ya hatiye parçekirin bibe yek rolekî girîng dilîze. Ango deriyê di navbera Kobanê û Serêkaniyê de ku heta niha hatibû girtin, bi rizgarkirina Til Xelefê êdî vedibe. Gundê Mebrûka yê 30 km dûrî Til Xelef e jî yek ji navenda elektrikê ya herêmê ye. Eger ev herêm were rizgarkirin, pirsgirêka elektrîkê ya ev demekê dirêje dewam dike jî were çareserkirin.
Bi şahiyan pîroz kirin
Rizgarkirina Til Xelef li Serêkaniyê bi şahiyan hate pêşwazîkirin.
Piştî ku nûçeya rizgarkirina bajarokê Til Xelef û gundên derdora wê, welatiyên Serêkaniyê bi tirombîlên xwe bi sedan derketin kolanan û rizgarkirina bajarokê Til Xelef û gundên derdora wê ji destên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra pîroz kirin.
Welatiyan di mesa xwe de bi durişmên “Bijî berxwedana YPG’ê û bijî biratiya gelan” gotin. Hate diyar kirin ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Çaçan, Tirkman û Xiristiyan tevlî meşê bûn .
Bi dehan wesaît di nava kolanên bajarê Serêkaniyê û meydanên wê û sûka bajêr re geriyan.