
Wezîrê Karê Derve yê DYA Rex Tillerson tevî Nûnerê Taybet ê Serokdewletê DYA yê ji Têkoşîna li dij DAIŞ’ê Brett McGurk re li Enqerê bi rayedarên Tirk re hevdîtin pêk anîn. Tillerson hevdîtina yekemîn bi serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re kir.
Erdogan li qesrê bi Tillerson re hate cem hev û hat ragihandin ku di civînê de pêşketinên li Sûriye û Iraqê guftûgo kirine. Her wiha li gor kulîsan yek ji mijaran jî daxwaza Erdogan a îadeya Fetullah Gulen bû.
Brett McGurk ê ji ber daxuyanî û serdana xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de bûbû hedefa rexneyên dewleta Tirk jî di hevdîtinê de cih digire.
Piştî hatina ser wezîfeyê ya Serokê DYA’yê Donald Trump cara yekemîne ku di asta wezîran de serdana Tirkiyeyê tê kirin.
Towsend AA rezîl kir
Fermandarê hêzên têkoşîna li dij DAIŞ’ê yên Koalîsyona Navneteweyî Korgeneral Stephen Townsend bi rêya video konferansê ya li Penganê pêk hat pirsê rojnamevanan bersivandin. Townsend derbarê operasyonên Reqa û Mûsilê de agahî dan. Townsend rizgarkirina Balafirgeha Tebqa mîna serkeftineke mezin a QSD’ê binav kir. Her wiha destnîşan kir ku QSD de pêvajoya rizgarkirina bendava Firatê de jî ji bo zirar çê nebin bi hestiyarî tevdigere.
Nuçegihanên Ajansa Anadoluyê ya Kasil Îlerî dewleta Tirk jî di konferansê de şîroveyên ku DYA bi hevkariya QSD’ê sûcdar dike û heqaretê dike kirin. Derbarê paşeroja Reqayê de nerînê AKP’ê dubare kirin. Li ser vê yekê Korgeneral Townsend wiha bersiva wî da: “Diyar dibe ku angajmana te ya polîtîk heye. Ne pirseke objektîf-bêalî ye. Tu zextê dike da bersiveke li gor dilê xwe bigire. Lê belê min bi QSD’ê re hevdîtin taybet jî kirin. Ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tên. Xisirstiyan û Misilman her wiha yên ne eydî olekê ne hene. Fermandarê wan ji Tebqa ye. QSD ji pir rengan pêk tê û Kurd pêşengê wê ne. Niha di nava wan de 25 hazar şervanên Ereb hene. Ji bo rizgarkirina herêma xwe têdikoşin û bipêş dikevin. Li dewsa dewleteke Kurd ez li herêmê hebûneke pir çandî, pir partî, pir netew û cudahiyan dibînim ku ev herêm ji DAIŞ’ê tê rizgar kirin.“
Mertal bû serad

Dewlata Tirk a bi rêveberiya AKP’ê bi hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê xwest denge û mêzînên herêmê li gor xwe biguherîne. Ji bo vê yekê jî operasyona bi navê Mertalê Firatê da destpêkirin. Tevî hêzên xwe yên taybet komên çete jî li herêmî bicîh kirin.
Lê belê hesabên wê neçûn serî û di herêma Babê de teqîni. Tevî êrîşên li dij wargehên herêmê jî rê li pêşketina hêzên Tirk û çeteyhen wê hate girtin.
Doh piştî civîna MGK’ê Serokwezîrê Tirk ragihand ku operasyona Mertalê Firatê qediya ye. Serokwezîrê Tirk îdîa kir ku di rewşa pêwist bibe de wê operasyonên nû bi navên cuda pêk werin.
Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Palmenetoya Rûsyayê Konstantîn Kosaçev nûçeyên derbarê bidawîbûna operasyona dewleta Tirk de nirxandin. Kosaçev got ji xwe ne tevgereke rewa bû û qedandina wê tiştekî baş e.
ENQERE