Li gorî nûçeya malpera FIFA’yê, FIFA rê daye daku tîma Iraqê ya di bin 23 salî de, di 23’yê mijdara bê de li bajarê Hewlêrê mêvandariya tîma Awistralyayê bike.
Berî 2 heftiyan, di çarçoveya maçên namzadiya Mondyala Brazîliyayê 2014 de, tîma Iraqê li ser Stadyoma Firenso Herîrî li bajarê Hewlêrê digel tîma Yemenê lîst û bi encama 2-0 serkeft.
Lîstikvanê Iraqê û yaneya Newcastle ya Awistralyayê Elî Ebas di vê derbarê de got, “Hewlêr bajarekî ciwan û aram e, ez çend caran di stadyuma wê de lîstime û mi demên xweş li wir qedandine.”

Hewlêr û Kerx wekhev man: 1- 1

Di çarçoveya maçên paşde mayî yên gera 12’ê ya qonaxa duyem a Lîga Super a Futbolê ya Iraqê de, Hewlêr û Kerx bi encama 1-1 wekhev man. 
Gola tîma Hewlêrê, ji aliyê Heyder Ebdulemîr ve û gola tîma Kerx jî, ji aliyê Mistefa Mihemed Cewad ve hat lêdan. Bi vî awayî, tîma Hewlêrê, koma xalên xwe gihand 53’an û bi 2 xalan kêmtir ji tîma Sinae, di rêza duyem a koma bakur de cî girt. Tîma Hewlêrê, divê ji 2 maçên ku maye, du xalan bi dest bîne ku bikaribe bibe pêşengê komê û derbasî maça dawî ya lîgê bibe.

HEWLÊR