Tîma gerok nexweşan derman dike
HEMÎD EL-ELÎ
ANHA/REQA
Tîma gerok a Heyva Sor a Kurd di navbera gundên rojavayê bajarê Reqayê nexweşan derman dike.
Heyva Sor a Kurd ambulansek ji aliyê tîma tenduristiyê û derman ji gundên rojhilatê bajêr re peyde kirin, tîma tenduristiyê rojane berê xwe dide gundên rojava ku bi giştî 50 gund in.
Dema ku ambulans digihîje gundan, nuqteyekê ji bo dermankirina welatiyan dibîne û bê pere derman li welatiyan belav dike, dema ku dermankirin li wî gundî xelas dibe, diçe gundekî din.