Di çarçêweya leyîzên lîga bilinda fûtbola Iraqê de, leyîza dawîyê di navbera herdu tîmên Hewlêrê û Elzewra hat sazkirin. Ew leyîz li yarîgeha Gel (Şeib) a bajarê Bexdayê hat sazkirin û di demê asayîyê leyîzê de herdu tîm bi encama bê gol li hember hev yeksan bûn û leyîz ber bi demên zêdekirî ve çû.
Di dawîya demên zêdekirî de jî herdu tîman nekarin derwazeyên hev vekin, herçend ku herdu tîman û bi taybetî tîma Hewlêrê çend derfetên gulê ji dest xwe dan û leyîz heta dawîya demên zêdekirî de bê gul yeksan bû.
Piştî ku herdu tîman nekarîn di demên dabînkirî de derwazeyên hev vekin, êdî bi neçarî dora penaltiyan hat û leyîzvanên herdu tîman gerek di penaltiyan de encama leyîzê û şampiyonê lîga îsal a Iraqê dîyar bikirana.
Di penaltiyan de leyîzvanên tîma Elzewra zîrektir bûn û karîn bi encama pênc gulan beramber çar golan ji hewlêrê bibin. Yarîzanê tîma Hewlêrê Nebîl Sebah penaltiya xwe ji dest da û Hewlêr ji pehlevanîya Iraqê dûr xist. Heryek ji Mehdî Kerîm, Ewis, Şuwan Mamo, Yûnis Şekûr penaltiyên xwe gol kirin û golên tîma Hewlêrê tomar kirin.

Bi ewê serkevtinê tîma Elzewra 14 kûpayê lîga bilind a Iraqê bi dest xist.

BEXDA