Tîmeke ji bijîşkên Komîta Tenduristî ya ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê çû navçeya Tilezêr a bi ser Şengalê ji bo ji nêz ve rewşa malbatên vegeriyane kontrol bike. Tîma bijîşkan di nava malbatên vegeriyane geriya û li gor derfetên xwe, rewşa wan kontrol kir û pirsgirêkên wan ên tenduristî çareser kirin.

Welatiyên vegeriyane jî dan diyarkirin ku beriya niha tu bijîşkan serdan wan nekirine û pêwîstiya wan bi bijîşkan heye.

Welatiyê bi navê Hisên Ezêr ku zêdeyî 70 rojane vegeriya ye Şengalê axivî û got; “Li Şengalê gelek rêxistin hene ku di bin navê mafê mirovan de kar dikin, lê ew bi awayekî baş karê xwe nakin û cudahyê di nava xelqê de dikin.”

Endama Komîta Tendûristî ya Meclisa Xwseriya Demokartîk a Şengalê Nîsan Xelîl jî têkildarî serdana ji bo Tilezêr got; “Piştî  fermanê hinek mal vegeriyan navenda Tilezêr. Me jî bi pêwîstî zanî ku serdana wan bikin. Ji bo ji nêz ve em rewşa wan tendurîstî zanibin. Di milê tenduristî de hin pirsgirêkên van malbata hebûn, me li gor derfetên xwe çareser kirin.” 

 

 ROJNEWS / ŞENGAL