Turnuwaya basketbolê ya kuçeyê ya jinan a Nisêbînê, piştî maçên fînalê bi dawî bû. Şaredariya Nisêbînê turnuwayên basketbolê yên jin û mêr ên kuçeyê li dar xistibû. Maçên wekî fînala çarîk, fînala nîvî û fînalê hat lîstin. Gel elaqeyeke mezin nîşanî turnuwayê da ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mittaniyê hat lidarxistin. Hevşaredara Nisêbînê Semire Nergiz kupa da tîmên serketî.
MA/MÊRDÎN