Rêveberiya girtîgehê yak u rojnameger û nivîskaran deq kirine, îdîa dike ku girtî dixwazin “biryar û agahiyên ku hê jî di asta darazê de nehatine teqezkirin” bi rayagiştî re parve bikin.
Li gor agahiyên di nameyê de, li hemberî nameyên ku girtî ji rojnameger û nivîskaran re dişînin ev pêkanînên rêveberiya girtîgehê berdewam dikin. Her wiha Desteya Disîplînê ya Rêveberiya Girtîgehê, nameya girtiyê bi navê Husamettîn Yavûz a ku der barê binpêkirinên mafan ên girtîgehê de nivîsandibû û xwest ji nûçegihana me Kûray re bişînin, desteser kir. Piştî wê Yavûz ligel nameyekê din, biryara desteserkirina nameyan jî ya bi dîroka 05.09.2011 ji nûçegihanê me re şand.

Girtî Hussamettin Yavûz der barê nameya xwe de agahî da û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê de ne xwediyê wî dilî ye ku bikaribe li pişt biryara desteserkirina nameyan raweste, lê diyar dike ku biryara dadgehê ye. Yavûz got; “Jixwe ev biryar ji aliyê dadgehê ve hatiye pejirandin, an nehatiye pejirandin, ev zêde ne girîng e.”

Lîsteya nameyên bifikar!

Lîsta nameyên “bi fikar” ku girtiyan dixwestin ji girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ji rojnamevan re bişînin wiha ye: “Nameya Cîhan Guneş a ku dixwest ji rojnameger Melîh Açik re bişîne, Cenîgz Karakoç xwestiye ji rojnameger Derya Sazak re bişîne, Erzat Çifçi xwestiye ji nivîskar Nuray Mert re bişîne, Tolga Bulbul xwestiye rojnameger Burcu Karakoç re bişîne, Mecit Şahinkaya xwestiye ji qûnçika rojnameya Birgün re bişîne, Tayfun Taç xwestiye Yaşar Seyman re bişîne, Husamettin Yavuz xwestiye ji rojnameger Zeynep Kuray re bişîne, Baran Furkan Gul xwestiye ji Özgür Mumcu re bişîne, Efdal Bayram xwestiye ji rojnameger Ezgi Başaran re bişîne, Ozkan Yilmaz xwestiye ji rojnameger Yildirim Turker re bişîne, Volkan Yenel xwestiye ji rojnameger Berrin Karakoç re bişîne, Ceyhun Bay xwestiye ji rojnameger Umur Talu re bişîne, Efdal Bayram xwest ji rojnameger Şukran Özçakmak re bişîne, Bektaş Karaman xwestiye ji rojnameger Zeynep Oral re bişîne, Ali Ekber Durgun xwestiye ji rojnameger Alper Turgut re bişîne, Guven Usta xwestiye ji rojnameger Huseyin Akyol re bişîne.”

ANF/STENBOL