Li Srî Lankayê bermahiyên tîr û kevanê hatin dîtin ku teqrîben 45 ta 48 hezar salî ne. Bi vî rengî jî ew dibin delîla tîr û kevanê ya herî kevin li derveyî Efrîkayê. Berê welê qebûl bû ku serdema Paleolîtîk 40 hezar salan beriya îro bi teknolojiya keviran li Ewrûpa, xasma di nava çandên Perîgordiyan, Orîgnasiyan, Solutreyan, û Magdaleniyan de dest pê kiribe. Lê ev vedîtinên dawî nîşan didin ku mirovan xwe zû bi zû li şertên zehmet ên daristanên Srî Lankayê anîne û ji keviran alav û xasma sîlehên bi lez ji bo nêçîrê çêkirine. Yanî hema piştî ku ji Efrîkayê belav bûne karîbûne vê bikin. Homo Sapiensên fosîlgirtî yê li Başûrê Asyayê li girava Srî Lankayê ye. Yek ji şikeftên herî kevin ên Homo Sapiens jî li vê giravê ye, navê wê Fa-Hien Lena ye, di nava daristana baranê ya giravê de ye. Delîlên nêçîra bi tîr û kevanê jî ha li vê şikeftê hatine dîtin: serê tîran û alavên ji hestû yên aliyekî wan yan jî herdu aliyên wan tûjkirî. Hemû jî ji beriya herî kêm 45 hezar salan mane. Yanî ji hemû delîlên nêçîra bi tîr û kevanê yên li ewrûpayê kevintir in. NAVENDA NÛÇEYAN