KAKŞAR OREMAR


Li pey têkçûna hikûmeta Riza Şahê Pehlewî( 1878 – 1944 ) partî û rêxistinên siyasî ketin liv û lebatê û hinekên nû jî hatin sazkirin. Wan salan di nava sinorên Îranê de Tehran, Gîlan, Kurdistan û Azerbayîcan bûbûne navendên xebat û çalakiyên siyasî û fikrî. Piştî 20 salan careke din gelên di nava sinorên Îranê de xwe azad his dikirin. Dîktatorek çûbû û sedema ketina wî jî piştgîriya ji Nazî û alîgirên siyaseta Hîtler re bû. Hêzên serketî di Şerê Cihanî yê Duyêmîn de ew neçar kirin ku ji Îranê derkeve. Riza Pehlewî ber bi Efrîka Başûr ve sirgûnî bajarê Juhansburg kirin.

Di rewşekê de ku başûrê Îranê û piraniya axa başûrê rojhilatê Kurdistanê ji hêla Inglîz û Emerîkiyan ve hatibû dagirkirin, bakur jî ji hêla hêzên Sovyetê ve hatibû dagirkirin. Ji bakurê rojhilat heya bajarê Urmiyê leşkerê Rûsan cîgir bûbû, lê herêma Mûkriyan û navenda wê Mehabad ji hêla leşkerên Sovyetî ve nehatibû dagirkirin. Yanî ne hêzên rojavayî û ne jî ên Sovyetê têde tinebûn û sedema vê yekê jî baş nayê diyarkirin. Bi vî awayî rewşeke taybetî li wê herêmê çêbûbû û xelkê xwe azad his dikir. Ji wê valatiya desthilatdariya hikûmeta navendî li wir, gel û siyasetmedarên Kurd sûdeke baş wergirtin û dest bi rêxistina kar û xebatên xwe yên siyasî û civakî kirin.

Îdarekirina herêmê ji roja înê 16´ê Tebaxa sala 1946´an (1) û pê ve ketibû destê Kurdên herêmê bixwe.


J.K – Komeley Jiyanewey Kurd

J. K rêxistineke nihînî, siyasî û neteweyî bû. Sedemên pêkhatina J.K du xalên sereke bûn:

* Dijberî an jî reaksyona Kurdên nasyonalîst li hemberî rejîma Pehlewî ku hebûna Kurdan înkar dikir.

* Guherandinên nû yên ku di çaxê Şerê Cihanî yê Duyemîn de li cihan û awayê jiyana gelê Kurd de pêk hatibûn.

Divê ev rastî jî bê gotin ku hizba bi navê Hîwa a di bin serokatiya Refîq Hilmî de jî xwedî bandor bûye li ser pêkhatina J.K´ê. 

Çêbûna wê komeleyê bersiveke lojîk bû ji bo rewşa wê demê ya rojhilatê Kurdistanê ku him xwedî îdeolojî û hem jî xwedî rêbazeke neteweyî bû. J.K piştî bizava Simkoyê Şikakî rêxistina herî bihêz bû ku esasê rêxistineke nasyonalîstî ya hevgirtî li rojhilatê Kurdistanê darijandibû. 

J. K di 16´ê Tebaxa 1942´an wek yekemîn rêxistina siyasî û bihêz a Kurdî ji hêla çend rewşenbîrên neteweperwer û siyasetmedarên Kurd ve li Mehabadê hate damezirandin.

HDK tê damezirandin

Di 16.08.1945´an de Hizbî Demokratî Kurdistan( HDK ) wek pêwîstiyeke siyasî a wê demê cihê J.K´ê girt û Qazî sekreterê wê yê giştî bû. HDK´ê merem û daxwazên xwe weke yên J.K´ê dizanî û digot, em şopînerên wê rêxistinê ne. Ji ber wê jî durist di wê rojê de damezrandina xwe îlan kiribûn ku J.K di 16.08.1942´an hebûna xwe kifş kiribû. Hinek rûdanên weke bilindkirina ala Kurdistanê li ser banê bînaya dadgeriyê di 17.12. 1945´an da xuya dikir ku rûdanên girîngtir wê li Kurdistanê çêbin. Ji bakurê Seqiz heya Urmiye, Selmas, Xoy û Makuyê kadroyên HDK´ê dest bi têkoşînê kirin û şiyarkirina xelkê armanaca wan a yekê bû.

Komar tê ragihandin

Di wê kombûna mezin û dîrokî de ku roja duşemiyê li qada Çar Çira wek şahiyeke neteweyî amadekarî jê re hatibûn kirin, Qazî behsa bername û planên xwe yên paşerojê kir û sond xwar ku di roj û seatên xweş û nexweş de wê li rex gelê Kurd bimîne. 20 roj piştre kabîneya wezîrên komarê bi serokatiya Seyîd Ebdulrehman Siyadet naskirî bi Hacî Baba Şêx (1884 - 1960) hate diyarkirin ku ji 15 kesan pêk hatibû.

Hinek jêder hejmara van wezîran bêhtir didin diyarkirin. Nasnameya wê hikûmetê nûxwazî û modernîte bû.

Komara Kurdistan an Mehabad?

Pirraniya nivîskar û siyasetmedarên Kurd û biyanî komarê bi navê “Komara Kurdistan” bi nav dikin. Hinek kes jî hene ku wek “komara otonomiya Kurdistan” bi nav dikin ku Rehîm Qazî yek ji wan kesan e. Dr. Qasimlo, Dr. Cemal Nebez, Dr. Erlîng Folkforfê Norwecî û gelek kesên din wek “Komara Kurdistan” dinivîsin. Hinek kesên weke Hesen Qizilcî û jî dibêjin komarî Mehabad. William  Lester Eagleton (1926 – 2011) ku li salên 1959 heya 1961´a konsolosê dewleta Amerîka li bajarê Tebrîzê bû navê komarê wek „Kurdish republic of Mahabad- Komara Kurd li Mehabad“ dinivîse.

Komar ji hêla Hizbî Demokratî Kurdistan ve hatiye îlan kirin ne HDK Îranê!. Çimkî peyva Îranê ji sala 1973´an û pêde li ser navê HDK´ê hatiye zêdekirin.

Hinek kes hene ku dixwazin navê komara Kurdistan biçûk bikin ku destkeftên wê yên mezin baş neyêne ber çav. Kesên weke Ferîde Kohî Kemalî, Firişte Kohî Kemalî, Qewam Elseltene, Mihemed Riza Pehlewî û komeke din ji nivîskar, rojnamevan û dîroknivîsên Îranê di gotar û pirtûkên xwe de gelek zaniyarîyên şaş û tije derew belavkirine ku ji rastiyê dûr in. Ji vê jî zêdetir li ser dîroka Kurdistanê a parên din û serhildanên siyasî ên Kurdan jî karekî wiha ji xwe re wek erkeke wijdanî zanîne. Hinek Kurdên pereperest jî bûne ava aşê dewletên dagirker û ji bo veşartin û wendakirina nasnameya millî a Kurd ew dîroka Kurdan dikujin.

Sedemên têkçûna komarê

Hinek nakokiyên civakî, xwe teslîmkirina Cefer Pîşewerî, li ber çavnegirtina xalên peymana di navbera du komaran de ku birêveberên hikûmeta millî a Azerbaycanê zû aliyê Kurd ji bîr kirin û bi dewleta navendî re ketin nava peywendiyên yekalî, xiyaneta hinek serokeşîrên Kurd û peywendiya wan bi dewleta navendî re, siyaseta durûyane ya Yekîtiya Sovyet li pey standina derxistina îmtiyaza petrola bakurê Îranê ji Qewam Elseltene, dijayetiya dijwar a Emerîka û Ingilîz li ser damezrandina komara Kurdistan, kêmazmûnîya birêveberên komarê û temenê kurt yê wê hikûmeta Kurd, bêhêziya kadro û birêveberên HDKê faktorên sereke yên têkçûna komarê bûn. Ji xeynî wê li pey bidawîhatina Şerê Cihanî yê Duyemîn ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve biryar hatibû dayîn ku hemû aliyên beşdar di Şerê Cihanê yê Duyemîn de divê di mohleta şeş mehan de careke din vegerin ser sinorên xwe yên beriya destpêkirina şer. Hikûmeta sosyalîstî a Sovyetê xwe li hemberî van givaşên wiha negirt û ji Îranê derket.

Di 01.12.1946´an de artêşa Îranê kete bajarê Tebrîzê û li pey tevkujiyeke mezin rojnameyên Farsî ku li Tehranê dihatin weşandin, xeber wiha belav kirin: “Îro roja xelasî û rizgariya Azerbayîcanê ye...”.

Di 17´ê .12. 1946´an de paytexta komarê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên artêşa Îranê ve hate dagirkirin. Çend roj bi şûn ve biryara girtina Qazî Mihemed û 27 hevalên wî hate dayîn. Di dadgeheke formalîte de ji ber tawanên jêr Pêşewa Qazî, Sedrê Qazî û Husênxanê Seyfê Qazî bi îdamê hatin mehkûmkirin:

 1.Serokkomariya dewleteke Kurdî

 2.Îlankina hikûmetekê di nava axa Îranê de

 3.Bilindkirina ala Kurdistanê, daxistina ala Îranê û guherîna rengên wê alê

 4.Çûyina Baku û dayîna îmtiyaza petolê ji dewleta Sovyetê re.

Qazî tevî bira û pismamê xwe di sibeha roja 31.03.1947´an de li qada Çiwar Çira hatin îdamkirin.

Lîderekî karîzmatîk bû

Qazî wek kesekî xwedî ramanên neteweyî-olî haydarî dîroka Kurdistanê bû. Dikarî bi dûr û dirêjî li ser dîroka serhildanên Kurdistanê biaxive. Beriya rûdanên siyasî jî ew di nava xelkê de kesekî hezkirî û cihê baweriyê bû. Bihayê ku Pêşewa Qazî dida karên ferhengî, çandî, ziman, wêjeya Kurdî, avedanî û xweştirkirina jiyana xelkê bûbûn sedem ku di nava gelê herêmê de pêşnavê “Pêşewa” lê were kirin.

Di temenê xwe yê kurt de ew weke mînaka herî berçav a mirovahiyê û lîderekî karîzmatîk bû ku qet xwe ji feqîr û hejarên civakê cuda nedidît.

Durûtiya hin kesan!

Beriya ku Qazî wek serokkomarê Kurdistanê biçe û li Miyanduavê serleşker Homaynî bibîne, li mizgefta Ebaas Axa bi gel, wezîr û berpirsên din yên hikûmetê re kete nava şêwirê. Pirsa wî ev bû: “Em li hemberî artêşa Îranê li ber xwe bidin an bajar radestî wan bikin? Ji bîr nekin şer û berxwedan yê li pey xwe malwêranî, terka mal, jin, zarok û kuştinê bîne. Êdî biryara dawiyê hûn didin.”

Di wê komcivîna gel û Qazî de pirraniya axa û began ji Qazî re got, em ê berxwedanê bikin, lê xelkê sade got, ne, baştir e ku Îranî bêkuştin bikevin nava Mehabadê, em naxwazin qedera bajarê Tebrîzê bê serê Mehabadê jî. Xala balkêş ew bû ku dema artêşa Îranê nêzî sinorên komarê bû axa û begên Kurd beriya herkesî çûne pêşwaziya wan û xizmetkariya xwe ji Îraniyan re eşkere kir! Li vir, pirsa ku tê pêş ev e: “Gelo ew karê Qazî tedbîreke mentiqî bû yan pêwîst bû li dijî artêşa dewletê li ber xwe bidin?”

Komar, Pêşewa û wêjeya Kurdî

Li ser komar û bi taybetî jî camêrî, fedakarî, helwest û berxwedana Qazî Mihemed a di dadgeha leşkerî a Îranîyan de gelek roman, helbest, stran û pirtûkên taybetî hatine nivîsîn. Evîna ji doza Qazî re zû kete nava dilê takê Kurd. Wê hez û eşqê bi rêya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd şêwazekî nû di edebiyana Kurdan a nivîskî da afirandin. Belkî mirov karibe navê wê şêwazê wek “Wêjeya siyasî û berxwedanê” bide diyarkirin. Hêmin, Hejar, Qizilcî, Hêdî, Rehîm Qazî, Hisamî, Xalemîn, Heqîqî û bi dehan kesên din di mekteba komara Kurdistan de xwendin û her yek ji wan bû xwendingehek.

Rewşa maliyatê li serdema komarê

Dema komarê dest bi avakirina sazî û sîstema xwe dikir, qedrekî mezin dida hêza artêşê. Ji wê maliyeta ku ji gel dihate standin, sêhezar kes ji endamên artêşê xwedî meaş bûn. Elbete para mezin û esasî a komarê leşkerê eşîret û axayan bû ku ev jî sedemeke têkçûna komarê bû. Çimkî piraniya axa û feodalên Kurd bi dil û can bi komarê re nebûn. Maliyat nedidan û hevkarî jî nedikirin. Mînakek bo vê rastiyê ew e ku ji dameziradina radyoyê re pe re nebûn û neçar berhemê salekê yên tûtina komarê bi awayê pêşfiroş dane artêşa Sor û radiyo damezrandin.

Bi van mînakên biçûk re yanzdeh mehan temenê komarê û 25 salên desthilatdariya başûrê Kurdistanê bidine ber hev, ka kê zêdetir kar kiriye!?



Destketiyên komarê

Destketên komarê di yanzdeh mehên temenê wê yê kurt de him siyasî him jî çandî û neteweyî bûn:

Di qada siyasî de komara Kurdistanê karên jêr kirin:

1. Bilindkirina ala Kurdistanê li herêmên di bin desthilatdariya xwe de.

2. Fermîkirina mafên Kurdan yên rewa û bihêzkirina hisa milî di nava wan de.

3. Çêkirina peywendiyên nêz li ger komara Azerbayîcan, komara Azerbayîcana Sovyet û hêzên din yên siyasî li Îranê.

4. Hewlên berfireh ji bo çaresekirina „pirsgirêka Kurd“ bi rêya diyalogê bi rayedarên hikûmeta Îranê re. 

5. Bihêzkirina kesayetiya Kurd ya tehqîrkirî ku di serdema serhildana Simkoyê Şikak nîvco mabû. 

6. Çêkirina hêza Pêşmerge, hinartina efserên Kurd bo Baku ji bo hînbûna kar û xebatên leşkerî.

7.Çêkirina yekîtiya ciwanên Demokrat û kovara Hawarî Nîştiman ji bo wan ku girîngîdan bû bi daxwazên ciwanên Kurd.

8.Xebat ji bo kêmkirina hisên eşîretgeriyê, berfirehkirina ruhiyeta hilmwilatiyê û zindîkirina adab û orfên Kurdan yên esîl û durust.

9.Giringîdan bi xwendina keç û jinan û bo yekemîn car vekirina xwendigehekê bi navê Sedat ji keçan re. Herwiha girîngdan bi beşdarîkirina jinan di kar û xebatên civakî, aborî û heta leşkerî da jî. Qazî karekî wiha berî her kesî ji mala xwe da destpêkirin.

10. Plan û projeyên domdirêj ji bo xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî.

Destkeftên wiha li pey şikesta serhildanên Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak û general Êhsan Nurîpaşa(Agirî) xwedî wateyeke dîrokî a mezin bûn. Bi pêngaveke wiha re hem ruhiyeta Kurdan a welatperweriyê bilind bibû û hem jî birêveberên komarê xwedî rêbazeke nû û modern bûn ku li gor pîvanên wê serdemê pêngavên nû û serdemiyane bûn.


“Mêrik birastî jî layiqî serokkomariyê ye”


Li gor kesên ku di rojên dawiyê yê temenê komarê de li Mehabadê bûn, berpirsên dewleta Kurdistanê gelek belgeyên nivîskî şewitandin. Hin kesên dûrbîn jî hinek ji wan belge, rojname û pirtûkên çapbûyî di nava dilê axê de veşartin. Hinekan jî pareke berçav ji wan bi xwe re birin başûrê Kurdistanê. Sala 1993´an min bi Mîna Qazî re li ser vê mijarê hevpeyvînek çêkir û wê digot: “…. Piştî têkçûna komara Kurdistanê û şehîdbûna pêşewa û hevalên wî, istixbarata dijmin an jî memûrên şaredariya wê demê, şev û rojan li ser serê me bûn. Li sererd û binerdê mala me digeriyan, her tişt tevlîhev dikirin. Carna ji merkezê mirovên dewletê dihatin û herdera malê tevlîhev dikirin. Rojekê wexta berpirsyarê giştî yê istxbarata Mehabadê hate teftîşkirina mala me û pirtûkxaneya Qazî Mihemed dît, pirr ecêbgirtî ma û bi zimanê Farsî gote hevkarên xwe: “Mêrik bi rastî jî layiqî serokkomariyê bûye, min heta niha di mala tu wezîrekî me de evqas kitab nedîtibûn, ev mirovê han çi cure mirovek bûye? Çawa evqas pirtûkên di babetên cur bi cur de tev dixwendin?” .