Tiriyê Ercîşê bi qaşilê xwe yê zirav û tehma xwe ya xweş bi hezarê salan heta roja me ya îro ku hatiye ji ber polîtîkayên çandiniyê yên bêzanebûn bi tunebûnê re rû bi rû ye. Hilberînerên tirî anîn ziman ku hilberîna tirî her sal kêmtir dibe û tevî ku gelek caran daxwaz kirine jî dewletê pirsgirêka wan a avê çareser nekiriye û heqê keda xwe dernaxin.

Alî Aslan diyar ku piştî "qirkirin"a li hember Ermeniyan rezên tirî ji wan re mane û got, "Hîn jî em ji derfetên avdanê yên Ermeniyan feydeyê dibînin. Ji ber di cokên ku berî niha bi hezarê salan hatine çêkirin hin guhertinên fizîkî çêbûne bi qasî tê xwestin av nayê. Lewma rezên me bêav dimînin. Ev tirî ji tiriyên din cudatir e. Dema av nîn be bi nexweşiyeke bi navê 'zingar' dikevin.
Yek ji hilbirînerê tiriyê Ercîşê Fîkrî Demîr jî got, "Tiriyê Ercîşê pir kedê dixwaze. Lewma divê mirov asta tirî ya av û gubreyê baş zanibe. Em bi her awayî nizanin bê ev tirî çawa çêdibe. Em alîkariyê ji dewletê dixwazin. Herî kêm dikare muhendîsekî ji bo demekê bişîne û me fêr bike." Demîr her wiha anî ziman ku tiriyê Ercîşê tiriyê şerebê ye û eger kargehek li herêmê bê vekirin wê di aliyê aborî de tevkariyeke baş bike.

'Reklam heye lê xebat nîn e'

Mehmet Şîrîn Demîr ê yek ji hilberînerê tirî ye da xuyakirin ku Midûrê Çandiniyê yê Ercîşê der barê parastina tiriyê Ercîşê de hin daxuyanî dane çapemeniyê û got ku heta niha li tu tedbîran rast nehatine. Demîr diyar kir ku rayedar reklaman dikin, lê belê di aliyê parastina tirî de tu xebatekê nakin û wiha axivî: "Pir zerara min heye. Ne tenê ya min hilberînerê din jî di nav zerarê de ne. Eger wer berdewam bike em ê dest ji tirî berdin." 

DÎHA/WAN