Daîreya Koçberan a Swêdê jî diyar kir hijmara kesên ku ji Tirkiyê hatine û îltîcayî Swêdê kirine pir zêde bûne û heta 1’ê Mijdarê 531 kes ji bo îltîcayê serî li wan dane. Alîkarê Şefê Hiqûqê yê Daîreya Koçberan Carl Beselîûs ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re got, ‘’sedema vê zêdebûna îltîcayê piştî hewldana darbeyê ya Tîrmehê, bi çêbûna atmosfera ne ewle ya Tirkiyê ye ve girêdayiye’’
Tê ragihandin ji kesên ku îltîcayî Ewropayê kirine nêzî 4 hezarên ji van îltîcayî Elmanya kirine û piraniya van jî Kurd in. Her wiha balkêş e ku 60 leşkerên ku li baregehên NATO’yê ya li Elmanya jî daxwaza îltîcabûnê kirine.
Daîreya Koçberan a Swêdê biryar standibû ku kesên piştî 15’ê Tîrmehê ji Tirkiyê hatine û daxwaza îltîcayê kirine, bi paş ve neşînin û dosyayên wan bidin sekinandin.
Bexelîûs diyar kir ku ew ji nêzîk ve nîqaşên bi paş ve anîna cizayê darvekirinê dişopînin û dinirxînin ku ew kesên ku îltîca kirine li Tirkiyê vegerin dikarin bi cizayekî bêreje re hevrû bibin.
Wê Tirk bi botan birevin Ewrûpayê
Rojnameya Aftonbladet ku tîraja xwe ya 800 hezarî heye, nivîsa xwe ya sereke bi sernavê “Di demeke nêz de wê Tirk bi botan birevin Ewropayê” weşand. Di nivîsê de hat ragihandin, peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, ji bo sekinandina herikîna penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê frenek e, lê belê gelek welatiyên Tirk ji ber rabûna pîvanên demokrasiyê, dixwazin welêt biterikînin.
Di nivîsê de hat ragihandin, ku li gorî hejmara ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye eşkerekirin, 2 mîlyon 700 hezar penaber li Tirkiyeyê hene û ji bo şert û mercên jiyana wan jî hate gotin, “Mafê mayînê, perwerde û avahiyan ê Sûriyeyiyan nîne. Di nava salekê de 1000 lîre digirin. Ji bo karibin debara xwe bikin, lazim e bixebitin. Lê belê nepêkane ku destûra xebatê bigirin. Doktorê penaber ê Sûriyeyî Selam Bekhtas dibêje, penaber di nava şert û mercên koleyan de tên xebitandin. Xebitandina zarokan jî karekî ji rêzê ye.”
Tirkiye berbi têkçûnê ve diçe
Di dewama nivîsê de hat destnîşankirin, ku rewşa li Tirkiyeyê nebaş dibe, welat ber bi têkçûnê ve diçe û hat bibîrxisitn, ku mûxalîf, aktîvîst û rewşenbîr tên binçavkirin û girtin. Rojname cih dide vêg otina yek ji rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên li Tirkiyeyê: “Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê penaberên Tirk bi botan berê xwe bidin Ewropayê.”
Jonna Sîma ku mora xwe daniye binê vê gotarê dibêje, “Biryara sekinandina danûstandinên endametiya Yekîtiya Ewropayê rast e, lê divê diyalog dewam bike. Nabe ku Ewropa felaketên li Tirkiyeyê rû didin, ji nedîtî ve bê.”
STOCKHOLM