Yekemîn pêşangeva navneteweyî ya Silêmanî ya çandinî, pîşesazî û xurek dest pê kir. Di pêşangehê de 105 şîrket bi berhemên xwe tevlî bûn. Lê ti şîrketeke Tirkî tevlî pêşangehê nebû. Lê nehat zanîn ew beşdar nebûne yan jî destûra wan nehatiye dayîn.
Li avahiya pêşangeha navnetewî ya Silêmaniyê, yekemîn pêşangeha navnetewî ya Silêmanî ya çandinî, pîşesaziya xurek bi dirûşmeya ‘Jiyana xelkê û xak’ dest pê kir.
Di pêşangehê de waliyê Silêmaniyê, komek berpirsên îdareya Silêmanî, nûnerên welatên derve û cotyar amadebûn.
Bi giştî 105 şîrketên ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Îran, Misr, Surî, Îmarat, Siudî, Kanada, Emerîka, Elmanya, Fransa û Polonya tevlî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de, şîrketan berhemên xwe yên çandinî, amêr û teknîkan nîşanda. Tê payîn pêşangeh heya 13’ Kanûnê dewam bike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ