Berê destpêkirina pêvajoya aşitiyê dewleta dagirker bi hemû sazî û dezgehê xwe ve li aliyekî nijadperestî û şovenîzim, li aliyekê jî tirsa parçebûna Tirkiyê derdixistin pêş û bi wî awayî rik û hêrsa gel difetisandin. Gelê bi van metirsiyan hatibûn îpnotîzekirin jî, di bin bandora wê şovenîzm û paranoyayê de dima û ji serkaran re serî diçemand. Heta bi halan û gijkirina rayedaran êrişê Kurdan dikirin.
Bi destpêkirina pêvajoya aşitiyê re ev argûment ji destên serkaran hate derxistin, ew mija wek jehreke paranoya reşandibûn ser gel, bela vela bû. Rastiya serkariya kemalîstên Tirk-îslam wek îyotê derket rastiya berçavî. Gelê bi şovenîzmê hatibû tevizandin bi carê ve ji wê narkozê şîyar bû. Bi dîtina min ew êrişên li ser şandeya li Sînop û Samsûnê perpitandina ji narkozê rabûnê bû.
Di van çend mehên aşitiyê de ew dewleta polîsiye, ew serkariya gav bi gav azadiyan meqes dike bi awayekî zelal hate dîtin. Li gel wê ew nerastî û îftirayên li ser Tevgera Azadî jî hêdî hêdî zelal bûn. Derfetê hîtabê gelê Tirkiyê kirin jî bi dest ket. Ew rastiya Kurd û Kurdistanê ku ev tekoşîn encama wê bû jî derket pêş. Van rastiyan hêdî hêdî çavên ciwanên bi perwerdeyeke nijadperest û yek alî hatibû girtin, vekir.
Ew pirsgirêka Parka Geziyê jî bû pêpilika teqandina vê fetisandinê. Ev serhildan ne tenê li dij serkariya heyê ye. Li dij kemalîstên wek CHP û komên bi navên „Ulusalcî“ (netewperest) tên zanîn jî bû. Ji xwe CHP ji bo ku bikane vê serhildanê bikişîne bin perê xwe yê nijadperest û di nava xwe de birizîne, hetanê wê „Parka Geziyê“ meşiya. Lê serhildêran ew redkirin. Rastiyên xwe derxistin pêş. Vê jî rê li berfirehbûnê vekir.
Kurd û Gezî
Bêguman di vê pêvajoyê de bihevketina serkariyê û gelên Tirkiyê raste rast gûmanê dixe dilê Kurdan. Her Kurd dikana wiha bifikire: „Gelo ev jî lîstikekê dewleta Tirk e?“ Lew re her gavên wan, her tevgerên wan ta vê roja me li ser dek û dolaban meşiyane.
Ku Kurdan ev kemilandin nîşan nedana, gavekê bi paş ve nekişya û di destpêkê de tevê vê serhildanê biba, dê sedî sed serkariyê û mihalefetê bi hev re ev serhildan dîsa bi bangaşiyê nijadperestê û „vatan mîllet Sakarya“ tewanbar bikira û bi wî awayî pêşî li vê serhildana bi rûmet bigirta û nehîşta ku bi navê gelê Tirk li tevahiya Tirkiyê belav bibe. Lema pir baş bû ku alîgirên Tevgera Azadî di destpêkê de wek tevger, wek hêz, wek motora vê serhildanê tevê nebû û hîşt ku ew xwe bi xwe dest bavêjin birînên xwe, bikanin rêya tekoşînê vekin û di nava wê tekoşînê de bikemilin.
Ew gazincên „ka Kurd li ku ne?“ hê di xwe de dudilî û bêbaweriyê werdigire. Wê di pêvajoya tekoşînê de ew ê bikemilin û di encamê de bibêjin; „pir baş bû ku Kurdan hîştin ku em xwe, dijwariya tekoşînê û serkarên xwe binasin, li ser azmûnên xwe bikemilin û li gor siberoja xwe stratejiyên xwe dayînin.
Di rastiyê de bê çend rewşenbîr welatparêzên Tirkiyê û şoreşgerên înternasyonalîst, gelê Tirkiyê jî gelê Kurd bi tenê hîşt. Nexwast ku wê birîna wê bibîne. Ji wê jî tu carî li dij kirinên serkarên xwe derneket. Em bawer dikin ku ewê niha vê rastiyê bibîne, û berê xwe bide empatiyeke bi anor.
Kêliya polîsan bi gazên jehrîn bi êrişên hovane êrişê girseyê kir, piraniya gelê Tirkiyê hê nû bi rastiya serkarî û polîsên xwe hesiyan, hê nû têgihîştin, ka bi salan e, çi xedarî, zulm û kirinên nemirovî anîne serê Kurdan. Gelê tik jî hêdî hêdî hînê gazê dibin, ev gaza ku êş daye dil û kezebên wan, dibe ku wan ber bi empatiyeke ji bo Kurdan ve jî bikişîne. Dê gaz wan hînê empatiyê, empatî wan hînê rastiyan bike.
Tirk hînê empatiyê yan yê gazê dibin?
Ev du hefteye ku serhildana di navê "Parka Geziyê“ de sembolîze bû ye, pêl bi pêl li ser qada Tirkiyê belav dibe. Her çendî ev serkarî di salên destpêkê de hêvîyeke rê li demokrasiyê û mafan vekirinê dabû jî, di van salên dawiyê de berê xwe da azînên dîkdatoriyê. Gel û ciwanên gelên Tirkiyê êdî bi vê serkariyê bi gûman e. Forma welat revebirina serkariyê gelek tirsnak û nûveyê dîktatoriyê di xwe de werdigire. Gel nema dikane vê rabigire. Wer xuyaye, her tişt gihiştiye kertika dawiyê.