Piştî kuştina leşkerên Tirk li Idlibê dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê hat taloqkirin. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku hêzên wê li Idlibê ji artêşa Sûriyê derb xwarin û 6 eskerên wê hatin kştin, bi eskerên Rûs re dewriya dagirkeriyê ya li rojhilatê Kobanê pêk neanî.

Dihate payîn ku dewriyeya hevpar a di navbera hêzên dewleta Tirk a dagiker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê de li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li rojhilatê bajarê Kobanê li gorî lihevkirina lûtkeya Soçî ya di navbera Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan a 22’yê Cotmeha borî de çêbûye, pêk bihata.

Dewleta Tirk bi hinceta topbarana rejîma Sûriyê li dijî hêzên dewleta Tirk ên li parêzgeha Idlibê pêk hatiye ku di encamê de 6 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 9 jî birîndar bûne, dewriye taloq kir.

6 panzerên Rûsyayê tevî 2 helîkopterên şer li ser sînorê rojhilatê Kobanê li gundê Xerîb zêdetirî saetekê li benda derbasbûna panzerên dewleta Tirk a dagirker ya xaka Sûriyê man ku dest bi dewriyeyê bikin. Lê belê fermandarên leşkerî yên Tirkiyê Rûsya agahdar kir ku dernakevin dewriyeyê.

Piştî wê panzerên Rûsyayê vegerîn baregehên xwe yên li Kobanê.

 

ANHA/KOBANÊ