Hakan Savaş Mican derhênerekî şanoyê yê li Elmanyayê ye ku bi eslê xwe Tirk e. Ew derhênerê lîstika şanoyê “Die Nacht von Lissabon (Şeva Lîzbonê)” ye. Ev lîstik ji pirtûka bi heman navî ya Erich Maria Remarques hatiye wergirtin. Çîrok di serdema Naziyan de derbas dibe û behsa penaberiyeke di seranserê Ewrûpayê re dike. Zilamekî ku navê Josef Schwarz li xwe dike, tevî jina xwe ya li ber mirinê, ji birayê wê ku fermandarekeî payebilind ê SS a naziyan e, direve.
Ji bo derhêneriyê Hakan Savaş Mican dide ser şopa mekanên di romanê de Portekîz, Spanya, Fransa û Elmanya. Kamareman Benjamin Krieg jî pê re bû û jê re dîmenên kurt amade kirin. Em zêde nedin nav çîroka amadekirina lîstika şanoyê, axir lîstikeke şanoyê ya di navbera fîksiyon û rastiyê de çêdibe; lê tiştekî hêjayî behsjêkirinê heye di vê meseleyê de.
Gava ku Hakan Savaş Mican li Parîsê ye, ew rasta penaberekî Kurd ê ji Tirkiyeyê reviyayî tê; ji ber vê jî li şûna Parîsa di romanê de ew Parîsekê dibîne, ku dike wijdanê wî ne rehet be: lewma ew Tirk e û di êşên wî penaberê Kurd de zilm li ser navê Tirkîtiyê tê kirin. Axirî ev hevdîtin tesîreke li wî dike ku di lîstikê de bi cih dike. Lewma di vê lîstikê de Dimitry Schaad çîrokbêj e, ew behsa tevahiya gera Hakan Savaş Mican û nivîsên wî yên di rojnivîsa wî ya dema vê gerê de dike. Schaad behsa hevdîtina bi penaberê Kurd li Parîsê dike û ew her wiha dibêje, ka çawa ev tesîrê li wijdanê derhêner dike; lîstik bi vî rengê xwe dişibe stand-upê.
BERLÎN