Parêzer Riza Polat: Em bi vî zimanî hene. Banga min li tevahî civakê, li malbatan heye, xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê Tirkî nexin hundirê mala xwe. Heke ziman ji destê me biçe, ti tişt di destê me de namîne.

FAHRETTÎNKILIÇ / MA/ AMED

Endamê reveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Parêzer Riza Polat bal bire ser xebatên Tora Ziman û Çandan û di vê çarçoveyê de bang li malbatan kir da ku zimanê xwe biparêzin û zimanê Tirkî nexin mala xwe.

Tora Ziman û Çandan, 11-12’ê Çile komxebatekê li dar dixe. Riza Polat ê beşdarî  civîna yekê ya vê torê bûyî, civîn nirxand. Polat, diyar kir ku ji roja komar ava bûyî ve Tirkiyê bi polîtîkayeke yekperest rabûye û rûniûtiye: “Me Kurdan heta demekê çand û zimanê xwe parast. Hê jî teknolojî neketibû malên me, qet nebe ew polîtîkayên qirêj neketibûn nav mala me. Lê em dikarin bibêjin, deh sal an jî pazdeh salên dawîn, bi jiyana modern û bi zêdebûna materyalan êdî wekî gel yan jî şexs em nikarin bi xurtî li ber xwe bidin. Ji ber wê yekê ev daxwaz û pêwistî bi torê çêbû. Bi rêxistineke xurt an jî bi karekî hevpar em dikarin li hember vê polîtîkaya qirêj û yekperest bisekinin.”

Li dijî bişaftinê! 

Riza Polat ji bo komxebata Tora Ziman û Çandan got, “Li hemberî bişaftinê em dikarin çi bikin? Em ê rê û rêbazeke çawa daynin ber xwe? Em ê karekî hevpar çawa daynin ber xwe? Li ser vê nexweşiyê em dikarin ji îro û pê ve xebateke çawa bikin? Li ser van niqaş çê bûn. Ziman, mafê her kesî ye. Her kesê ku ev tişt ji xwe re kiriye derd, bawerî û fikra wê/wî çi dibe bila bibe, hewcehiya me heye ku em bên ba hev û li hemberî vê polîtîkaya bişaftinê ya sedsalî, em nerazîbûnê nîşan bidin. Em bi helwêsteke xurt li ber xwe bidin.”

Polat da zanîn ku li ser navê komeleya xwe û hiqûqnasan, ew dikare bibêje heta vê gavê li ser ziman xebateke xurt nehatiye kirin: “Ev kêmasiya me hemiyan e. Me hişmendiyek di vî warî de li cem gel ava nekir. Niha me di bin banê komeleyê de Komîsyona Zimanê Kurdî ava kiriye. Bi vê komîsyonê armanca me ew e ku ji îro pê ve em erka xwe bi cih bînin. Armanca me ya yekê ew e ku çi mewzûata navxweyî  ya Tirkiyeyê, çi ya navneteweyî, derbarê ziman de çi mafên me hene, di destûra Tirkiyeyê, peymanên navneteweyî de çi mafên me hene, têkildarî van em raporekê amade bikin. Piştî wê jî di 11-12’ê Çile de ji komxebatê çi biryar derkeve, em ê bi hev re bixebitin. Çi miracaet bin yan jî di warê hiqûqî de çi lazim be, tişta ji me bê, em ê bikin.”

Ziman biçe tiştek namîne

Parêzer Riza Polat, ji bo “Ferhenga Têgihên Hiqûqê” ya Baroya Amedê jî got, “Ev destpêkek e. Ji îro û pê ve jî êdî em ê karibin qanûnên cezayî, pirtûkên cezayî yan jî hiqûqê wergêrînin Kurdî û wek arşîvek yan jî materyalekî xurt êdî hewce ye ku di destê me de hebin. Peşketinek ji bo me teva lazim e, naxwe ziman wê ji destê me teva biçe û em ê têk biçin.”

Riza Polat bal bire ser gotina Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk Abdulhamît Gul yê ku ji bo Kurdî gotibû “Kurdî zimanekî bi hezar salan e hûn çawa dibêjin ‘zimanekî nayê zanîn’ e û got, “Xwezî ji dil ev tişte bigota. Em di dadgehan, darizandinan de her tim dibînin. Ev mafê qanûnî ye. Lê bi rêk û pêk nayê bi cih. Ji aliyê wergerê, di girtîgehan de pirsgirêk hene. Dema girtî pirtûkên kurdî dixwazin astengiyan derdixin. Ji bo vê hewce ye di destûr û qanûnan de guherîneke xurt çêbe. Heke ji dil bin, wê guhertinên qanûnî bikin.”

Polat, destnîşan kir ku Tora Ziman û Çandan ji bo civakê sîwanek e û herî dawî got, “Ev xebateke sivîl e. Her kurdê ku ziman ji bo wî derd e, hewce ye piştgiriyê bide vê torê û di nav de cih bigire. Êdî em dikarin bibêjin, zimanê Kurdî di jiyana rojane de nayê axaftin. Ji ber ku ziman nebûyê zimanê bazar û teknolojiyê. Lê heke em xwe xurt bikin, sekneke xurt nîşan bidin, ez bawer dikim ziman wê neyê jibîrkirin. Êdî hewce nabînin ku biaxivin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ev kemasiya her kesî ye. Ji vir bangî siyasetvanan dikim. Hewce ye vê tiştê bixin rojeva xwe û di her warî de hişmendiyekê li nav civakê ava bikin. Em bi vî zimanî hene. Cudabûna me û qewmên din, ev ziman e. Banga min li tevahî civakê, li malbatan heye, xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê Tirkî nexin hundirê mala xwe. Heta niha me xwe wisa parast. Heke ziman ji destê me biçe, ti tişt di destê me de namîne. Ev berxwedana me jî bê wate dibe.”