Di dengdana giştî de, li hemberî 45 dengên dijber, rapor bi 113 dengan hate qebûlkirin. Bi vî rengî, Tirkiye ku di sala 2004’an de ji pêvajoya kontrolê hatibû derxistin, ji nû ve li nava pêvajoya kontrolê hate bicihkirin.

Parlamenterên AKP’ê yên li rûniştina meclîsê amade bûn, ji bo pûçkirina naveroka raporê heta ji wan hatin pêşniyarên dûrî ji aqil û pêkenok kirin. Ev hemû pêşniyarên parlamenterên AKP’ê hatin redkirin.

Pêşniyara endamên AKP’ê, ku şaredarên hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine bicihkirin weke sûcdar nîşan dide û xwestin di raporê de cih bigire, hat redkirin. AKP’iyan xwestin gotina; li Tirkiyeyê dadgerî ne serbixwe ye, ji raporê bê derxistin. Ev pêşniyar jî bi piraniya dengan hat redkirin.

Pêşniyar a AKP’ê ya trajî-komîk

Yek ji pêşniyarên pêkenokî yên parlamenterên AKP’ê jî ev bû: “Li Tirkiyeyê hemû nêrînên mûxalîf bi rengekî azad tê ziman, bi taybetî rojnamevan dûrî ji zext û zordariyan bi rengekî azad nêrînên xwe tînin ziman.” Ev pêşniyara AKP’ê jî li hemberî 34 dengên dijber bi 135 dengan hat redkirin.

Her wiha AKP’yiyan pêşniyar kirin, ku ku gotina li ser binpêkirina serxwebûna dadgeriyê ji raporê were derxistin. Ev pêşniyara wan jî li hemberî 27 dengên dijber bi 130 dengan hat redkirin.

AKP’yiyan xwestin pêvajoya monîtorîng ji bo Tirkiyeyê neyê destpêkirin, lê ev pêşniyar jî bi piraniya dengan hat redkirin û Tirkiye ji nû ve li pêvajoya Monîtorîngê hate bicihkirin.

Rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin

Di rûniştina Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MKPE) de, parlamenter li ser rapora bi sernavê “Li Tirkiyeyê, rêveçûna saziyên demokratîk” axivîn û rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. Parlamenteran ji ber girtina parlamenterên HPD’ê û rojnamevanan, pêvajoya Rewşa Awarte û referandûmê rexneyên giran li Tirkiyeyê kirin.

Endamê Koma UEL parlamenter Nîkolaj Vîllûmsen bi gotina, “Em em ê li gorî pîvanên vê civatê tevbigerin, ya jî em ê derkevin” nerazîbûna xwe nîşanî pêkanînên antî-demokratîk ên AKP’ê yên berî û dema referandûmê da.

Vîllûmsen diyar kir, rapora der barê Tirkiyeyê de zelal e û got, “Lazim e em alîkariyê bidin gelê Tirk.”

Li ser navê Partiya Gel a Ewropayê (EPP) Zsolt Nemeth jî anî ziman, ew rapora li ser Tirkiyeyê, ku rexneyên tund li AKP’ê dike, erênî dibîne.

‘Serokomarê ji sedî 50’î’

Ji Koma Sosyalîst Stefan Schennach jî piştgirî da raporê û bibîr xist, li Tirkiyeyê di nava 8 mehên dawî de 10 hezar kes hatine girtin û 160 rojnamevan girtî ne.

Schennach anî ziman, di dema referandûmê de ew li gelek deverên Tirkiyeyê bû, bi taybetî li Amedê bû û destnîşan kir, referandûm demokratîk nîne.

Schennach got, Serokkomarê Tirkiyeyê serokkomarê tenê ji sedî 50 ye û got, weke Koma Sosyalîst ew alîgir in ku pêvajoya kontrolkirinê bê anîn.

‘Em piştgiriyê didin pêvajoya kontrolê‘

Ji endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Nîcole Dûranton bi zimanekî tund Erdogan rexne kir, ku heyeta MPKE ya şopandina hilbijartinê bi ‘terorîzm’ê sûcdar dike. Dûranton anî ziman, Tirkiye ji nirxên Ewropayê dûr ketiye, azadiya fikir hatiye astengkirin û ew piştgiriyê didin pêvajoya kontrolê.

Ji Koma Sosyalîst Renê Roûqûet işaret bi helwestên antî demokratîk ên dema referandûmê û êrîşên devkî yên li dijî Elmanya û Ewropayê kir û got, “Tişta herî girîng a MPKE karibe bike, anîna pêvajoya kontrolê ye.”

Derewên Dişlî yê AKP’î û bersivên ji bo wî

Li ser navê AKP’ê Şaban Dîşlî axivî û der barê girtina HDP’yiyan de ev îdîaya pêkenok kir; ‘şîdet teşwîq kirine’. Der barê komkujiyên li Kurdistanê jî, ku di rapora MPKE de cih girtin, Dîşlî îdîa kir ku ev ‘derew’e û tê wateya ‘destekkirina terorê’.

Ji Koma Sosyalîst Frank Schwabe jî di axaftina xwe de got, “Hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne, ji hejmara rojnameyên li Çînê girtî ne, zêdetir e.” Schwabe diyar kir, ‘pêvajoya kontrolê’ cezakirin nîne. Schwabe rexne li Dîşlî kir û got, “Îro dema hûn li Stenbolê bimeşin, hûn ê bibînin bê civak çiqasî parçe bûye. Eger referandûmeke serbest pêk bihata, wê encameke ku nirxên demokratîk diparêze derketibûya holê.”

Lîberal alîgirê pêvajoya kontrolê ne

Ji Koma Lîberal û Demokrat Anne Brasseûr jî destnîşan kir, ku ew alîgir in li Tirkiyeyê pêvajoya kontrolê bê destpêkirin. Brasseûr gotinên Şaban Dîşlî yê AKP’yî rexne kir û sûcdariya ‘şîdetê’ ya ku Dîşlî li parlamenterên HDP’ê dike, şermezar kir. Brasseûr ji AKP’ê re got, ‘parlametneran kîjan sûcê şîdetê kirine, lîsteya wan bînin’ û AKP rexne kir.

‘Ji bo kesên mîna Erdogan paşeroj tarî ye‘

Endama Koma EPP Elîsabeth Schneîder-Schneîter jî got, “Li Tirkiyeyê ji bo her kesên mîna serokkomar nafikirin, siberoj tarî dixuye.”

Parlamenterê Koma Sosyalîst Lord Donald Anderson bal kişand ser rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser îşkence û zextên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Andersson ev bang li rayedarên Tirk kir: “Ji kerema xwe li ser bifikirin bê çima hûn ewqasî tên rexnekirin û şopandin.”

‘Darbe bi biryanmayan dimeşe'

Di rûniştina parlamentê de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû axivî û bibîr xist, 6 mîlyon dengên HDP’ê ji nedîtî ve hatine û HDP’yî hatine girtin. Kerestecîoglû destnîşan kir, polîtîkaya tinekirina mûxalefetê ku berê bi darbeyên leşkerî dihate kirin, niha bi biryarnameyan tê kirin.

Rûniştina li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê dewam dike. 



 ANF/STRASBOÛRG