Parlamenterê Partiya Keskan a Hawirdorê ya Swêdê yê Kurd Jabar Amin da xuyakirin ku Tirkiye hînê alîkariya leşkerî û lojîstîk dide çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî Kobanê dikin û ji raya giştî ya navneteweyî xwest, ji bo Tirkiye dest ji helwesta xwe ya dijmintiya Kurdan berde, raya giştî ya navneteweyî zextê lê bike. Amin rewşa dawî ya li Kobanê nirxand û got, “Em di nava Yekîtiya Ewrûpayê de naxwazin welatek hebe ku yekser yan jî sergirtî çek û alîkariyê dide terorîstên DAIŞ’ê. Tedbîra sereke ya parastina Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê qutkirina alîkariya ji bo çeteyan e, bi taybetî qutkirina alîkariya Tirkiyeyê ye. Ji bo ev yek pêk were jî, divê Yekîtiya Ewropa û welatên Ewropayê zextê li ser Tirkiyeyê zêde bikin.” Amin diyar kir ku têrê nake DYA bi tenê li baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Sûriyeyê bixe û anî ziman ku girîng e li çeteyên DAIŞ‘ê yên ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê dikin bixe, ji Reqa heta Kobanê pêşî li DAIŞ’ê bê girtin ku hêzê bişîne.”


´Ji Erdogan bawer nekin´

Amin diyar kir ku tevî daxuyaniyên Erdogan ên li New Yorkê yên çeteyên DAIŞ‘ê weke terorîst bi nav kir û anî ziman ku wê Tirkiye di nava koalîsyonê de cih bigire bi guman pêşwazî dike jî, weke daxuyaniyên erênî dîtine û got, “Lê belê ya girîng ewe ku wê vê bike yan na. Divê mirov zêde ji gotinên wî bawer nekin. Pêwîste mirov kontrol bikin ka çi dike. Hînê çekê dide DAIŞ‘ê? Hînê çeteyên birîndar tedawî dike? Ya ji bo me girîng, bidawîbûna vê ye.” Amin da zanîn ku Kobanê bi rîska trajedî, karesat û qirkirinekê re rû bi rû ye û ji bo pêşî li vê bê girtin ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku tavilê destwerdaneke leşkerî bike.


´Me helwest nîşan daye´
Li ser pirsa ‘Partiya Keskan a Hawirdorê di vî warî de xwedî kîjan hewldanan e?’ Amin got, “Me berî çend rojan bi awayekî vekirî helwest nîşan da. Me êrîşên DAIŞ’ê şermezar kir û ji cîhan derve xwest, ku bi berpirsyarî tevbigere. Weke partî em her tim li cem gelê Kurd in. Ya ku destpêkê xwest der heqê êrîşên li hemberî Kobanê de helwest bê nîşan dan jî, em bûn. Me xwest, bi bikaranîna her rê û rêbazê pêşî li terorîstan bê girtin.”
Ji bo pirsa ‘Di hefteya pêş de piştî ku Keskan bi Partiya Karker a Sosyal Demokrat re hikûmet ava kirin, wê di polîtîkaya Swêdê ya li ser Tirkiyeyê de guhertin çêbibe yan na?’

´Destek bidin Kobanê´

Amin anî ziman ku ew plan dikin roja Înê ya hefteya bê hikûmetê eşkere bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Divê yek ji karên destpêkê yê hikûmet ew be ku ji Tirkiyeyê bixwaze têkiliya xwe ya bi DAIŞ‘ê re qut bike. Lê di heman demê de divê destekê bide gelê li Kobanê. Bi vî rengî wê zextên li ser Kurdan kêm bibe. Zextên li ser terorîstên DAIŞ‘ê jî zêde bibin. Bi dîtina min wê hikûmeta nû, li gorî hikûmeta rastgir a 8 salan li desthilatdariyê bû, polîtîkayeke cuda ya derve bimeşîne. Hikûmeta îstifa kir, gelekî alîgirê Tirkiyeyê bû. Di mijara pirsgirêka Kurd de neket nava hewldanên zêde. Destek neda YPG û rêxistinên din ên Kurdan. Hêvîdar im ku ev hikûmet wê desteka pêwîst bide.” n STOCKHOLM