Di rapora “Azadiya Çapemeniyê” ya Cemiyeta rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) de hejmara rojnamevanên girtî di dawiya nîsanê de bûye 159 û 123 rojnamevan jî li derveyî welat “qaçax” in tê nîşandan. 
TGC rapora “Azadiya Çapemenî û Îfadeyê” ya bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê weşand. Di raporê de tespîtên balkêş cih digirin. Li jêr em behsa hin xisûsên balkêş ên di raporê de dikin. 

159 rojnamevan girtî ne


Di raporê de tê tespîtkirin ku di dawiya nîsanê de 159 rojnamevan girtî ne û 123 rojnamevan jî “qaçax” in. Di 4 mehên borî de di warê hejmara rojnamevanên girtî de Tirkiye bûye lîderê cihanê û di encama vê yekê de di rapora Freedom Housê ya 2016’an de bi 76 puanan, li cihanê di rêza 163’yemîn û li Ewrûpayê jî di rêza 42’yemîn de ye.



46 lêpirsîn 20 doz


Di 4 mehên dest pêkê yên 2017’an de der barê rojnamevanan de 46 lêpirsînên nû û 20 dozên din hatine vekirin û daxwaza darizandina negirtî ya der barê rojnamevanan de hemû hatine redkirin. 
Di raporê de tê gotin ku bêyî ku bê jibîrkirin di demokrasiyan de çapemenî hêza çaremîn e, divê tehamulî nivîskarên ku di rojnameyên mixalif, televîzyon û çapemeniya înternetê de mafên xwe yên rexne û entelektuel bi kar tînin, bê kirin. Sansur û otosansur zêdetir dibe û derfetên xwe gihandina daneyan tuneye. 
Raporê her wiha îşaret bi demokratîk nebûna RTUK´ê jî kir. 



 NAVENDA NÛÇEYAN