Nûçegihanên ANHA´yê ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji gundê Kilcebrîn ê ser bi Ezazê, bajarokê Arfad a ser bi herêmên Şahbayê, bi topên hawan û topavêjan, topbaran dikin.
Li gorî agahiyên destpêkê çeteyan heta niha 20 top avêtin herêmê. Nehat zanîn ka di encama topbaranê de ziyan gihiştiye canê welatiyan yan na. Lê hat zanîn ku ziyaneke madî gihişt malên welatiyan û cihên cemaweriyê.
Arêtşa Tirk a dagirker îro 90 tankên din tevî hejmarek mezin a çek û cebilxaneyê derbasî herêmên Şehbayê kir. Bi vê yekê, Tirkiye amadekariyên dagirkirina bajarê Babê dike.
EFRÎN