Rojname di îdîaya xwe de radigihîne ku lîderên tevgera (Îhvan) Birayên Misilman ên azad, li nava paytext Qahîreyê bi wesaît3en Sefaretxaneyên Qatar û Tirkiyê digerin.

Rojname nûçeya xwe dispêre çavkaniyên Wezareta Karên Hundur a Misrê û diyar dike ku ji bo lîderên Îhvan Mûhammed Bedîî, MÛhammed El Beltagî û Îssam al-Aryan ên ji ber sûcê kuştina xwepêşandêran û teşwîka dijwariyê tên lêgerîn, 8 wesaîtên bi nûmareyên dîplomatîk û camên wan reş, hatine dayîn.
Al Vatan îdîa kir ku Îslamperest van wesaîtan bikar tînin û çek û pere dibe ji qadên xwepêşandanan re.
Rayedar diyar dikin ku ji ber erka polîsan a lêgerîna wesaîtên dîplomatên biyanî tineye, nikarin dest li bûyerê werdin û ev wesaîtên mijara gotinê jî bêyî li astengiyekê rast were, dikeve Qada Rabîatul Adeviyye û ji qadê derdikevin.
Rêveberiya Misrê di destpêka vê mehê de Tirkiye hişyar kiribû ku tevlî karên hundurîn ê wê nebe.
Berdevkê Serokkomariyê Ahmed El Muslîmanî gotibû, "Em wan (Tirkiye) daxuyaniyan ne rast û weke destwerdana li karê navxweyî yê Misrê dibînin." El Muslîmî dabû xuyakirin ku divê ji rizgariya Misrê û vîna gelê Misrê re hurmet bê nîşandan. Bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyê yê li Qahîreyê hatibû kirin û li Wezareta Karên Derve ya Misrê di kesaiyetiya Sefîrê Tirk Huseyîn Avnî Botsali, helwesta Tirkiyê a li pêşberî guhertina rejîmê, hatibû şermezarkirin. 

QAHÎRE