Hiqûqnas Xalid Umer got, ti rewabûna Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê nîn e, Tirkiye li gorî qanûnên navdewletî dewleteke dagirker e.

Dewleta Tirk a dagirker ji aloziya Sûriyeyê sûd wergirt û Cerablus, Bab û Efrîn dagir kirin. Der barê mijdarê de endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê, Parêzer Xalid Umer diyar kir ku erka dadgeh û civaka navdewletî ye ku zextê li Tirkiyê bike da ku dagirkirina Sûriyeyê rawestîne û li ser kiryarên tundiyê, li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine, lêpirsînê bide destpêkirin.

Umer destnîşan kir ku hewcedarî bi belgeyên îsbatkirina dagirkirina Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê nîne, ji ber ku ev li pêşberî civaka navdewletî diyar e.

Umer di dewama axaftina xwe de kiryarên Tirkiyê li Sûriyeyê bi sûcên navdewletî bi nav kirin û teqez kir ku li gorî qanûn û peymanên navdewletî û hiqûqî dagirkirin, qirrkirina etnîk û jenosîd, sûcên navdewletî ne.

Girêdayî hincetên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê, Umer got, “Tu rewabûna dagirkeriya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê tine ye, Tirkiye her tim şerê li hemberî terorê dike hincet û dibêje ku sînorên wê di xeterê de be. Lê ev hemû hincetên Tirkiyeyê ne.”

Hiqûqnas Xalid Umer bal kişand ser wê yekê ku civaka navdewletî ji binpêkirinên Tirkiyeyê li dijî gelên Sûriyeyê bê deng e ku heta niha ji desteka Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re û dagirkirina herêmên Sûriyê, her wiha gefên wê yên êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ti helwêstên fermî diyar nekirine.

Hiqûqnas Xalid Umer di dawaiyê de jî got, divê rêxistinên hiqûqî û navdewletî gefên Tirkiyê rawestînin û zextê lê bikin ku ji xaka Sûriyê vekişe: “Divê Dadgeha Navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze ku kiryarên wê yên li Sûriyê bi dawî bike.”

  EHMED SEMÎR /MÛRADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO