DAÎŞ’ê ji hêla rojhilat, başûr û rojava ve Kobanê dorpêç kiriye. Dewleta Tirk jî bi alîkarîdayîna DAÎŞ’ê re ji bakur ve hewldide ku Kobanê bifetisîne. Daxuyaniyên rêveberên Tirk ên derbarê ‘çêkirina herêmeke tampon li bakurê Sûriyeyê’ jî mirov dixe nava endîşeyên îşgalkirina Rojava.
Dewleta Tirk li hember êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî başûrê Kurdistanê jî helwesteke wekî ku li benda têkçûna Kurdan e, nîşan da. Di daxuyaniyên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê yên derbarê helwesta Tirkiyeyê jî nerazîbûnekê dide der. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsêyîn dibêje Tirkiye li hember êrîşên DAÎŞ’ê xwe qet nelivandiye û daxwazên Kurdan ê ji wan jî bicih neaniye.
Tirkiye ji penaberên Ereb û Tirkmen ên ku ji Sûriyê tên çiqas destvekirî be jî, ji penaberên Kurd re ewqas destgirtî û bêdil e. Ji dora 35 hezar Kurdên Êzîdî yên ku derbasî Bakur bûne re tenê şaredariyên Kurd alîkariyê didin û saziyên dewletê li hember vê trajediyê kor û kerr in. Li gel vê yekê, heta îro belkî bala raya giştî zêde nekişand, hejmara Kurdên ku ji Rojava û Başûr dixwastin derbasî Bakur bibin, lê li ser sînoran ji hêla leşkerên Tirk ve hatin kuştin her roj zêdetir dibe. Gorî raporê Partiya Gel a Komarê (CHP) ji meha pûşperê vir de 21 Kurd li ser sînoran û bêyî darizandin ji hêla leşkerên Tirk ve hatine kuştin û tu lêpirsîna fermî derbarê van bûyeran de nehatiye kirin. Di çavên rayedarên Tirk de canê Kurdan ewqas erzan e!..
Siyaseta dewleta Tirk tenê li ser têkçûn û tûnebûna Kurdan e. Li Bakur bi xwe, li Rojava û Başûr jî bi destê DAÎŞ’ê li dijî Kurdan şer dike. DAÎŞ bûye wek arteşa Tirk a li Başûr û Rojava!...
Kurd bi serê xwe ne, Kobanê bi serê xwe tenê ye!.. Divê helwesta Kurdan bi xwe jî bê pirsiyarî kirin. Xeynî Koma Civakên Kurdistan (KCK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) û rêveberiyên kantonên Rojava, rêxistinên din ên Kurdistanî bêdeng in. Gelo bona Kurdan çi ferqa Kobanê, Şengal, Hewlêr, Amed û Sineyê heye? Daxuyaniya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan cidiyet û metirsiya êrîşên li ser Kobanê pirr aşkere radixe ber çavan: ”Eger Kurd naxwazin bobelata Şengaleke duwemîn re rû bi rû bimînin, gereke bi lez bikevin nava tevgerê û çi ji destê wan tê, bikin!..”
Êdî tenê xwendina daxuyaniyên protestoyî têrê nake. Li bendêmayîna tiştekî ku Amerîka an jî koalîsyona navdewletî bike jî çare nîne; jixwe ev bela jiber polîtîkayên wan hatiye serê Kurdan. Wekî ku Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim dibêje; “xeynî xelkî me, kesekî me tune ye!”
Di vê pirsgirêkê de barê herî giran dikeve ser milê Kurdan, bi taybetî jî xelkî me yê Bakurî. Divê navendên li ser sînora Rojava ji hêla sazî û rêxistinên Kurdan ve bê dagirtin. Li Riha û Dîlokê, ji Wêranşar heta Kîlîsê hên jî rêxistinên Kurdan ên civakî û siyasî lewaz in. Meydan ji dewletê û ji DAÎŞ’ê re hatiye hiştin. DAÎŞ’ê bi pêşivekirina dewletê ev herêm ji xwe re kiriye hêlîn! Divê Kurd bandora xwe ya siyasî, civakî û çandî li vê deverê bixin û rê ne din ku dijmin ku van deveran ji bo komkujiyên Kurdan ji xwe re neke cih û war. Eger wisa nebe; ne Kobanê, ne Efrîn û ne jî Kurd gişt wê rehetiyekê bibînin...
Tirkiye-DAÎŞ dixwaze Rojava bifetisîne!
Kobanê li ber xwe dide; bi serê xwe, bi tenê... Hêzên serdest ên cîhanî û dewletên herêmê gişt bêdeng in. Bahsa koalisyona ji 40 dewletan pêk hatî ya li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DÎ –DAÎŞ) tê kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyanî li pey daxuyaniyên derbarê piştgiriya berxwedana Kurdan a li hember êrîşên DAÎŞ’ê bidin jî ev hefteyek e Rojava bi taybetî jî Kobanê ji hêla DAÎŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin û di bin agirê çekên giran de ye...Dev ji alîkarî û piştgiriyê berdin, hinek ji van hêzan, bi taybetî jî dewleta Tirk bi her awayî alîkarî û piştgiriyê dide DAÎŞ’ê ku destkeftiyên Kurdan têk biçe. Derbarê vê yekê de qêrîna Kurdan neyê bihîstin jî, çapemeniya Amerîkî û Ewropî bi gelek delîl û nûçeyan vê rastiyê radixin ber çavên xelkên cîhanê.