Di civîna Mafê Mirovan a Neteweyîn Yekbûyî (NY) de Komîserê Bilind Zeid Al-Hussein Tirkiye bi zimanekî tund rexne kir û got: “Enqere hê jî destûrê nade ku em biçin bajarên Kurdan û fikarên me yên derbarê binpêkirinên mafan de zêde dibin.”

35’emîn Civîna Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li doh Cenevreyê dest pê kir. Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’ê Zeid Ra’ad Al-Hussein, axaftina destpêkê kir.

Al-Hussein, di axaftina xwe de cih da Tirkiyeyê jî û got, “Ji axaftina ku min di Îlona 2016’an de li vir kirî heta roja îro ti pêşketin çênebûye. Bi xemgînî dibêjim, ti guhertin çênebûye. Tirkiye destûrê nade ku em binpêkirinên mafan ên li Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê lêbikolin. Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên li benda dadgehkirineke adil in, zêdetir dibe û her ku hejmar zêde dibe, hêviya pêkhatina dadgehkirineke adil kêm dibe.”

Civîn dê 3 hefteyan bidome û cihekî fireh bide Tirkiyeyê. Di hefteya duyemîn a civînê de rapora Raportorê Taybet ê Fikir û Îfadeya Azad ê NY’ê David Kaye amadekirî wê bê xwendin û ji bo Tirkiyeyê wê civîneke taybet jî bê lidarxistin.


 CENEVRE