Wekî tê zanîn ji roja ku Kurdên Rojavayê Kurdsitan peymaneke yekrêziyê bi hevre imzekirin û li ser daxwaza gel hêzên sereke ên rojava bi hevre bi yek helwestê tevdigerin, zirt û fortên hikûmeta Tirk zêde bûn.
Wekî gava yekemîn a bersivdana vê yekitiya Kurdan hikûmeta Tirk bi daxuyaniyekê gefa destwerdanê kir û got ku ew qebûl nakin statuyekî Kurdan li Sûriyeyê çêbibe. Pêre jî dest bi kampanyeke reşkririna Kurdan kir û hêzên wê peymanê bi parçekirina Sûriyeyê tewanbar kir.
Tirkiye ji ber ku ew peyman bi amadebûna û piştgiriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî pêk hat lewre jî ji bilî gef û fortan di warê dîplomasî de jî zor da ser herêma Kurdistanê. Piştî ku serokê Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê Abdulbasıt Seyda ji bo goftûgoyên derbarê vê mijarê de çû Hewlêrê niha jî wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu serdana Herêma Kurdistanê dike.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne. Tê payîn ku di hevdîtinê de pêşketinên li rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Tê zanîn ku hikûmeta Tirk ji destkeftiyên Kurdan ên li rojavayê Kurdistanê nerehet e û dê van nerehetiyên xwe ji Hewlêrê re rabigihîne. Davutoglu dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne. Naveroka vê hevdîtinê ji aliyê raya giştî ve pir tê mereqkirin. Ev serdana Davutoglu dîsa ji alî medya Tirk ve hate nepixandin û bi manşetên wekî (Wê hedê berzanî pê bide zanîn) derketin pêş û gefên eletewş ên ku herdem bikar tînin dîsa wiha kirin. Li gorî çavkaniyên Tirkan, Davutolgu dê ji Barzanî bixwazin ku xwe ji çalakiyên ku bandorê li yekitî û yekpariya Sûriyeyê dikin, dûr bixe. Hêjayê gotinê ye ku Barzanî beriya hevdîtina Davûtolgû bi rayedarên rojavayê Kurdistanê re hevdîtinekê pêk anî û peyama ku Barzanî dê bide Davutoglu tê meraqkirin.
Bi her halî dema mirov bala xwe bide hemû kar û xebatên vê hikûmetê ên derbarê Sûriyeyê de, mirov dibîne ku ew di panîkeke çawa re derbas dibin. Ji aliyekî ve alîkariya xwe ji muxalefeta çekdar re zêde dike ji aliyekî din ve ji pêşketinên li rojavayê Kurdistanê bit irs û fikare. Niha bi her awayî wekî ku ji destpêkê de jî dikir dixwaze nakokiyan di navbera muxalefeta çekdar a ereb û Kurdan de derxîne. Ji xwe armanca Tirkiyeyê ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de pêşîgirtina li ber Kurdan bû û metirsiya wê ya herî zêde ew bû ku Kurd li wir bibin xwedî statu. Lê xuyaye ku hesabê der û malê lihev nehat û Kurd gav bi gav ber bi azadiya xwe de diçin û bi yekitiya xwe dê mercên xwe j îli ser hemû hêzan ferz bikin û mafê gelê Kurd ên rewa bidest bixin.
Li ser sînorê Nisêbînê tedbîqata tankan
Piştî ku artêşa Tirk tankan şand ser xeta sînor a bajarênBakûrê Kurdistanê Riha û Kilîsê, vê carê jî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tedbîqata tankan kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê û piştî Kurdan li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê rêveberî bi dest xistin, artêşa Tirk li ser sînor ket nava liv û tevgerê. Hat ragihandin ku tank şandin ser xeta sînor a Riha û Kilîsê û li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî tedbîqata tankan hate kirin. Hat ragihandin din ku 25 tank beşdarî tedbîqatên bûn û fermandarên payebilind ên Tirk ên li herêmê temaşeyê tedbîqatê kirin.
QAMIŞLO