Li aliyekî pêngava Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bi hemû leza xwe dewam dike li aliyê din jî Tirkiye ji bo rê li ber vê pêngavê bigire piştgiriya xwe ya bi komên çete re xurttir dike. Li ser sînorê Hatayê jî di kampên çeteyan de di rojên dawî de liv û tevger zêde bûye. Bi taybetî di kampên çeteyên Ahrar el Şam û El Nusrayê yên li ser sînorê navçeyên Reyhanli û Yayladagi, tevgera didome balê dikşîne. Hate ragihandin ku bi destê şîrketekê gelek malên prefabrîk û pîkap (pic up) ji çeteyan re hatine şandin.


Bi destê komele û weqfan sewqiyat kirin 

Her wiha hate îddiakirin ku bi destê komele û weqfên weke Ensar, ÎHH û Avrasyayê ji çeteyan re gelek ambulans jî hatine şandin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di 25'ê Nîsanê de bi dehan ambulansên li ser wan nivîsên bi Erebî hene bi destê van komeleyan gihandine kampên çeteyan. Balkêş e ku li ser ambulansan nivîsên weke "Em jiyanê dibin Sûriyeyê" û "Her ambulansek jiyanek" hatibû nivîsandin û plakayên ambulansan jî bi giranî yên Kibrisê û welatên Ewrûpayê ye. 


Çeteyên El Nusrayê ambulans pêşwazî kirin 

Karmendekî gumrikê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike jî piştrast kir ku gelek ambulans ji ser riya Edene-Ceyhanê birine Deriyê Sînor a Cîlvegozuyê û di dema derbaskirina ambulansan de TIR hatine rawestandin. Karmendê gumrikê her wiha piştrast kir ku plakayên ambulansan ên welatên biyanî bûn û çeteyên El Nusrayê ambulans pêşwazî kirine. 


ERDOGAN ALAYUMAT/DÎHA/HATAY