Welatiyê bi navê Gokhan E. di sala 2002'an de li qereqola polîsan a Îzmirê rastî îşkenceya polîsan hat. Gokhan E ku ji bo dizîna telefonekê çû midîriyeta polîsan, li qereqolê nîve saetê çavê wî hate girtin û destê wî li pişt wî hate girêdan û rastî lêdan û îşkenceyê hat. Piştî bûyerê Gokhan E. saet di 01.40'an de birin Navenda Tenduristiyê ya Bucayê û li wir rapora rasti îşkenceyê hatiye da û sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya ÎZmirê kir. Nexweşxaneya Lêkolê ya Îzmirê jî rapora milê Gokhan E şikestiye û rastî îşkenceyê hatiye da. Saziya Tipa Edliya Îzmirê jî raporên nexweşxaneyan li ber çavan girt û rapora Gokhan E rastî îşkence û lêdanê hatiye da.
Pişti ku Gokhan E. rastî işkenceyê hat û rapor girt, der barê polîsên ku îşkence li wî kiribû li Dozgeriya Komarê ya Îzmîre serlêdna sûc kir. Dozger jî bi îdîaya muameleya nebaş li Gokhan E. kiriye îdîaname amade kir û 10 sal ceza xwest. Heyeta Dadgeha Cezayê Asliyê ya Îzmirê jî bi sedema ku polîsan muameleya neba li Gokhan E. kiriye ceza kir. 6 polîsên ku roja bûyerê li ser kar bûn jî bearet kir.
Heyeta dadgeha herêmî ku polîs sûcdar kir, cezayê wan kêm kir û zîvirand pereyan. Dadgehê dîsa bi îhtimala ku dîsa polîs ceza nekin ceza taloq kir. Pişt re rozya şandin Dadgeha Bilind. Lê dadgehêjî biryara beraetê erê kir û dosyaya ceza xera kir. Piştî hiqûqa hundir li Tirkiyeyê xelas bû Gokhan E., doz bir DMME'ê. Piştî Gokhan E. doz bir DMME'ê bi sedema ku Gokhan E rastî îşkence û muameleya nebaş hatiye û li gel raporan heyeta dadgehê li hemberî vê yekê atîl tev negeriya ye û bersûc beraet kirine Tirkiye mahkum kir. DMME'ê diyar kir ku Gokhan E. rastî êş û îşkenceyê hatiye û li gel vê yekê mafê wî nehatiye parastin Tirkiye mahkûmî cezayê 19 hezar û 500 Euro kir. Ji bo mesrefê jî hezar Euro ceza li Tirkiyeyê birî. 

ENQERE