Sekreterê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Mihemed Şêxê diyar kir ku dewleta Tirk di nava hewldanan de ye ku sê herêmên Bakurê Sûriyê negihêjin hev û da zanîn ku Tirkiye naxwaze ku aloziya Sûriyeyê were çareserkirin û Sûriyeya demokratîk were avakirin.

Mihemed Şêxê der barê bûyerên dawî yên di bakurê Sûriyê de û got, dewleta Tirk naxwaze ku aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û wiha dewam kir: “Helwêsta dewleta Tirk ji projeya siyasî ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dijminatî ye. Ew piştgiriya komên çete dike da ku xaka Sûriyê dagir bike.”


Rejîmên Sûrî, Tirkiye û Îranê li dijî jiyana azad in

Şêxê destnîşan kir ku li Rojava-Bakurê Sûriyê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên demokratîk li herêmê hene û weha dewam kir: “Fikrê demokratîk bi hevgirtina gelê herêmê pêk tê, dewleta Tirk di serî de û dewletên din ên li herêmê, li dijî projeya demokratîk dibin asteng. Rêjîmên Sûriye, Tirkiye û Îranê naxwazin gelê herêmê azad bijî, ji ber ku ev ne li gorî berjewendiyên wan pêk hatiye.”

Şêxê got, armanca dewleta Tirk ew e ku herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê li dijî projeya demokatîk derdikeve û naxwaze projeya demokratîk a gelan li herêmê bi ser keve. Ji ber ku projeya demokratîk a gelê herêmê heye, dewleta Tirk wê nikaribe projeya xwe ya dagirker li herêmê pêk bîne.”


Bi welatekî federal hêzên biyanî bikin der

Şêxê derbarê rêjîma Sûriyê û helwesta wê jî got, “Rêjîma Sûriyê jî êdî nema dikare li dijî îradeya gelan raweste. Heger bi heman hişmendiya xwe tevbigere wê nikaribe hebûna xwe bidomîne. Bi saya hêzên YPG/YPJ’ê û QSD’ê wê îradeya gelan pêk were û dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha hemû siyasetên rêjîmê têk biçin.”

Şêxê di dawiya axaftina xwe de jî got, aloziya Sûriyê divê bi rêbazên siyasî werin çareserkirin û gelê Sûriyê di rêya avakirina welatekî federalî herêmên xwe birêve bibin û hemû hêzên dagirker ji welatê xwe derbixin.” 



ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN