Têkiliya Tirkiyeyê ya bi komên çete yên wek El Nusra, Ahrar-u Şam û DAIŞ’ê re careke din bi belgeyan hat îspatkirin. Di belgeya bi navê “Odeya Operasyona Rizgarkirina Helebê” ya ku mohra “Ensar-i Şerîe” li ser e, xuya dike ku Tirkiye bi hevkariya çeteyan di bin navê “rizgarkirina Helebê” de plana dagirkirinê dimeşîne. Dewleta Tirkiye di çarçoveya planên dagirkirina Rojava de 10’ê Tebaxa 2015’an de çeteyên bi navên tugayên Sultan Murat û Fatîh Sultan Mehmet di Deriyê Sînor ê Bab El Selam re derbasî Ezaz a Rojava kirin. Di demên pêş de bi belgeyên fermî derket holê ku Tirkiye bi komên çete yên wekî El Nusra, Ahrar-u Şam û Artêşa Ensar re peymaneke veşartî îmze kiriye.
Belgeya bi navê ‘Odeya Operasyona Rizgarkirina Helebê’ ji aliyê DÎHA’yê ve hat bidestxistin. Di vê belgeyê de peymana di navbera komên çete yên wek El Nusra, Ahrar-u Şam, Arteşa Ensar, Tevgera Mucahîdên Îslamê, Tugaya Tewhîd û Cîhadê, Tabura Yekem, Tugaya Ebu Ammar, Tabura Birîndaran, Tugaya Sahabe, Tabura Leşkerên Xweda û Tugaya Sultan Murat diyar dike. Di belgeyê de tê zanîn ku di 2’yê Tîrmeha 2015’an de komên çeteyan civiyane û li ser belgeyê mohra Ensar- Şerîe heye. Di belgeyê de tê diyarkirin ku komên çete der barê Helebê de li ser gelek xalan li hev kirine.
Dixwazin Helebê dagir bikin
Di belgeyê de ev tişt hatibûn nivîsandin: “Em wek hêzên El Nusra, Ahrar-u Şam, Arteşa Ensar, Tevgera Mucahîdên Îslamê, Tugaya Tewhîd û Cîhad, Tabura Yekem, Tugaya Ebu Ammar, Tabura Birîndaran, Tugaya Sahabe, Tabura Leşkerên Xweda û Tugaya Sultan Murat, em e Helebê ji destê dijminan rizgar bikin. Em ji bo vê li hev civiyane û me li hev kir. Piştî ku me Helep rizgar kir, ji bo rêvebirina bajêr em ê car din kom bibin.”
Gundan vala dikin
Piştî ku Tirkiye hin tugay şandibûn bakurê Helebê, hin pêşketinên ku naveroka belgeyê îspat dikin, qewimîbûn. Çeteyên El Nusrayê hêza xwe ya bakurê Helebê paş ve kişandibûn, çeteyên DAIŞ’ê jî ji hin gundên Babê paş ve kişiyabûn. Çapemeniya Tirkiyeyê îdia dikir ku di navbera çeteyên tirkan û komên çeteyan de pevçûn hene, lê çavkaniyên herêmî ev tişt derewandibûn. Der barê mijarê de welatiyên herêmê dan zanîn ku Tugaya Sultan Murat û Fatîh Sultan Mehmet bi komên çeteyan re şer nakin, berevajî vê yekê wekî ku komên çeteyên DAIŞ’ê dikin, hin gundan vala dikin. Gelê herêmê diyar kiribû ku DAIŞ jî tevli vê peymanê bûye û ji ber vê yekê jî gelên herêmê bi komkujiyan re rûbirû ne.
NAZIM DAŞTAN/DÎHA/HALEP